MELETÎ - Li Navçeya Şiro ya Meletî dema deng davêtin sindoqan şerê çekdarî pêk hat. Muşahidê AKP'î çek bikar anî û kur û bav ên Partiya Saatê kuşt.
Li Navçeya Şîro ya Meletiyê, dema welatiyan deng davêtin ser sindoqê çek hatin bikaranîn. Muşahîdê AKP'î li taxa Bolunmez a Şîro li dibistana Seretayî ya Bolunmez çek bikar anî. Muşahîdê AKP'î çek bikar anîn û kur û bav kuştin. Di şer de bav Hasan Aktaş û kur Îlyas Aktaş jiyana xwe ji dest dan. 2 kesên jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan ji bo otopsiyê birin morgê.