SÊRT - Maşallah Işik Arslan ku di girtîgehê de kurê wê jiyana xwe ji dest da, xwest dewlet daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de qebûl bike û got: "Dilê me şewitî, em naxwazin ê dayikên din bişewite."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 144'an de didome.
Maşallah Işik Arslan ku kurê wê Abdulmecît Arslan (30) di sala 2012'an de tev li greva birçîbûnê bû û piştî greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku kurê wê 68 rojan di greva birçîbûnê de maye, lê belê piştî tecrîdê bi tu awayekî nehatiye tedawîkirin. Dayik Arslan, anî ziman ku wexta kurê wê li Girtîgeha Mûşê di greva birçîbûnê de bûye sewqî Girtîgeha Tekirdagê hatiye kirin û got: "Bi tu awayî kurê min nehat tedawîkirin."
‘BILA DILÊ DAYIKÊN DIN NEŞEWITE'
Dayik Arslan, anî ziman ku ji bo kurê wê bê tedawîkirin piştî gelek hewldanan di meha 6'an de ji girtîgehê hatiey derxistin û piştî hatiye berdan 50 roj şûnde jiyana xwe ji dest daye. Dayik Arslan got: "Bila serê me hemûyan sax be. Divê gelê me xwedî li girtiyên di greva birçîbûnê de ne derkeve. Dilê me şewitî, em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite. Divê tecrîd bi dawî bibe. Bang li Ewropa û CPT'yê dikim. Bila xwedî li çalakgeran derkevin. Êdî bes e. Çawa bi mirina kurê min dilê min şewitî, niha wexta çav bi grevên birçîbûnê dikevim dilê min dîsa dişewite. Di şexsê Rêbrê Gelê Kurd de gelê kurd bi tevahî tê tecrîdkirin. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê gelê me xwedî li wan derkeve."
DI SALA 2015'AN DE JIYANA XWE JI DEST DA
Abdulmecît Arslan (30), di sala 2007'an de li herêma Şenyaylayê di pevçûneke di navbera leşker û gerîlayan de bi giranî birîndar bûye û paşê hatiye girtin û cezayê muebetê û 23 sal lê hatiye birîn. Arslan, ji be rpençeşêrê di Çileya 2015'an de jiyana xwe ji dest da.