STENBOL – Berdevkên rêxistinên tenduirstiyê bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de û bang li hikûmetê kirin ku pêwendiyê bi girtiyan re deyne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Berdevkên rêxistinên tenduristiyê bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakê (SES) Abûzer Aslan, destnîşan kir ku li cihê ku tecrîd lê hebe pirsgirêk di warê tenduristiyê de jî hene û ew tendursitkar vê yekê qebûl nakin. Aslan, bal kişand ser bêdengiya heyî jî û got: "Divê tenduristkar li dijî vê bêdengiyê derkevin. Ji bo Leyla û girtî bijîn divê tenduristkar demildest dengê xwe bilind bikin."
‘DIVÊ LEYLA BIJÎN'
Aslan, diyar kir ku tenê ne yên li girtîgehan, ên li derve jî tên tecrîdkirin û got: "Divê ev mirov bijîn. Divê daxwaza wan bê qebûlkirin. Ev yek jî di berpirsiyariya dewletê de ye. Divê Leyla, Hakan, Alî bijîn. Divê rojek berî rojekê girtî bigihên tenduristiya xwe."
'BILA KES NEMIRE'
Endamê Şaxa SES'a Kadikoyê Mursel Firat jî got: "Di warê grevên birçîbûnê de, divê ji nasnameya pîşeyî bêtir nasnameya mirovî derkeve pêş. Em tenduristkar mafên jiyanê yên mirovan diparêzin. Niha asta grevên birçîbûnê di asteke krîtîk de ye. Daxwaza wan daxwazeke maqûl e." Firat, bi bîr xist ku bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "Berî mirin û texrîbateke mayînde çêbibe divê ev pêvajo bo diyalogê bi dawî bibe. Divê daxwaz bên qebûlkirin û çalakî bi dawî bibe."
‘WEZARETA DADÊ DAXWAZA ME QEBÛL NEKIR'
Hevserokê Şaxa SES'a Anadolûyê Erdal Guzel jî got: "Pirsgirêka çalakiyên greva birçîbûnê, li Tirkiyeyê pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye. Li hemberî nêzîkatiya hikûmetê li hundur mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ji bo ev pêvajo bi awayekî baş bi rê ve biçe me SES, ÎHD, TTB û THÎV heyeteke şopandinê ava kir. Me serî li Wezareta Dadê da. Lê belê wezaretê daxwaza me qebûl nekir. Ji me re gotin 'Rêbazeke me heye, em kesî daxilî vê yekê nakin.' Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê hiqûq, edalet û venihêrîneke biedalet tune ye." Guzel, destnîşan kir ku divê rê li ber ÎHD, SES, THÎV û TTB'ê bê vekirin û got: "Helwesta me zelal e. Em ê heta dawiyê xwedî li helwesta Heyeta Şopandinê derkevin. Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê di nav vê pêvajoyê de bin."
‘DIVÊ PÊWENDÎ BI GIRTIYAN RE BÊ DANÎN'
Endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Sadik Çayan jî destnîşan kir ku ew ji nêz ve çalakiyên greva birçîbûnê dişopînin û ji bo texrîbatên mezin rû nedin çi ji destê wan tê dikin û got: "Divê dewlet, Wezareta Dadê hîn bêtir pêwendiyê bi me re deyne û divê bihêle ku tecrûbeya TTB'ê ya di vî warî de xwe bigihîen girtîgehan."
Çayan, bilêv kir ku divê ev mesele bi rê û rêbazên hiqûqî bê çareserkirin û berî bi dernegî bikeve û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin divê bi kesên di greva birçîbûnê de pêwendiyê deyne.
MA / Sadiye Eser