* Nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê "Duvarlari Delen Çizerler" der barê karîkaturîst û resamên girtî projeyek amade kir.
* Berdevkên rêxistinên tenduirstiyê bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de û bang li hikûmetê kirin ku pêwendiyê bi girtiyan re deyne.
* Maşallah Işik Arslan ku kurê wê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, xwest dewlet daxwaza girtiyan qebûl bike û got: "Dilê me şewitî, bila yên kesên din neşewite."
* Ji heman malbatê 3 kes tev li greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn. Malbata Çoban, ji rayedaran xwestin rê li ber mirinê bigirin.
* Endamê DÎK'ê Mele Abdullah Arikan, ber tek nîşanî pêkanînên li cenazeyan û goristanan tên kirin da û got: "63 salî me, lê min nedîtiye tu wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan hatiye kirin."
* Li tevahiya Tirkiyeyê wê gel ji bo Hilbijartina Xwecihî ya 31'ê Adarê biçe ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. (07.00-17.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaît Temellî dê li Navçeya Bakirkoya Stenbolê dengên xwe bikar bînin. (10.00)