AMED – Li gundê Haciya Kurda, duh bi şev êrîşî gorên HPG’iyan kirin. Di êrîşê de kêlikên goran hatin şikandin.
Li gundê Haciya Kurda yê Bismila Amedê duh bi şev saet li texma 11’an leşkeran êrîşî goristana gund kir. Li goristanê kêlikên gorên aîdî 14 HPG’iyan û gorên 5 şêniyên gund hat kirin. Di êrîşê de kêlikên goran hatin şikandin û li derdorê hatin avêtin.
Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin girtin hefteyek berê leşker hatine gund, wêneyên goristanê kişandine û duh bi şev saet li dor 11’an êrîşî goristanê kirine.
Li gorî agahiyên bi dest ketin gundiyan hewl daye rê li be rleşkeran bigirin, lê belê leşkeran mudaxile kiriye û gorên aîdî HPG’iyan şikandiye. Leşkeran ji gundiyan re gotiye, ew bi fermana şaredariyê hatine.