ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 239’emîn de çalakî li dar xist, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û bang kir ku divê demildest rayedar gav biavêjin.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 239’emîn de çalakî li dar xist. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê pêk hat. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da. Çevîrmen bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û bang kir ku divê rayedar demildest gav biavêjin û daxwaza çalakgeran qebûl bikin.
HETA 2023’AN DÊ 228 GIRTÎGEH BÊN ÇÊKIRIN
Çevîrmen got li gorî daneyên Wezareta Dadê dê heta sala 2023’an 228 girtîgehên nû yên ku kapasîteya wan 137 hezar û 687 kesî tên plankirin.
REWŞA ALKIŞ GIRAN E
Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ragirtiye û got nexweşê Behçet e û rewşa wî gellek giran e. Çevîrmen da zanîn ku divê Alkiş demildest bê berdan û tedawiyek bênavber lê bê kirin.