NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê çalakî li dar xist û û bal kişandin ser rewşa nexweşên girtî.
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan di hefteya 366’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û wêneyên girtiyên nexweş hildan. Vê hefteyê di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê Nexweş Aydin Çubukçu.
Endamê Komîsyonê Mehmet Acattîn daxuyanî da û bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven di roja 143’yemîn de didome û her ku diçe çalakî belav dibin. Acattîn got astengkirina cenazeyên kesên li girtîgehê dawî li jiyana xwe anîn birînek kûr di dilê mirovahiyê de vekiriye. Acattîn got tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê dawî li vê îşkenceyê were.
BAL KIŞANDIN SER REWŞA AYDIN ÇUBUKÇU
Acettîn da zanîn ku Aydin Çubukçu 60 saliye û nexweşîna wî giran e û niha li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê tê ragirtin. Acettîn anî ziman ku dermanên Çubukçu nadinê û xwest ji bo dikaribe li derve tedawiya xwe bike divê demildest were berdan.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi daxwaza “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hefteya 474’emîn li navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de aktîvîstên mafên mirova bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Aygul Kapçak a 24 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê tê ragirtin. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya daxuyanî xwend û behsa rewşa nebaş a Kapçak kir û xwest ji bo mafê dermankirinê demildest were berdan.
EDENE
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî li Parka Înonu çalakiya heftane li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz û gellek kes beşdar bû. ÎHD’ê bal kişand ser rewşa Mehmet Emîn Ozkan ê extiyar ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Berdevka Komîsyonê Zelal Demîray daxuyanî xwend û behsa serpêhatiya Mehmet Emîn Ozkan ê bi hêceta kuştina fermandarê eskeran Bahtiyar Aydin ê di 1993’an de li Licê hat kuştin girtî ne kir.
Demîray anî ziman ku Ozkan di lîsteya nexweşên giran de ye û nikare tu pêdiviyên xwe rojane pêk bîne û êdî mirovan ji hev nas nake. Demîray diyar kir kul i gel Nexweşaneya Amedê rapora ji sedî 87 daye Ozkan jî nayê berdan û bi rapora Saziya Tiba Edlî ku da girtî ne. Demîray ji bo berdana Ozkan banga lezgîn kir û got bêyî ku tiştek din bibe bila demildest bê berdan.
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê qediya.