NAVENDA NÛÇEYAN - Fîgen Yuksekdag, derbarê hilbijartinê de li ser medya civakî peyam şand û got: "Ji bo ked û têkoşîna gelê me û ji bo berxwedana li derve û hundir, xwedî li dengan derkevin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgan Yuksekdag, derbarê hilbijartina herîmê ya sibe bê lidarxistin de, li ser medya civakî twîtterê peyam şand. Yuksekdag di peyama xwe de qala van tiştan kir: “Roja Yekşemê biçin ser sindoqan. Ji bo ked û têkoşîna gelê me û ji bo berxwedana li derve û hundir, xwedî li dengan derkevin. Li ser sindoqan li dijî faşîzmê û ji bo rûmet û azadiya me em mil bidin hev. Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin. Divê hesabpirsîna me jî mezin be. Ez silavên xwe yên taybet ji Wanê re dişînîm a ku ez du caran li wê derê bi navê parlementeriyê hatim hilbijartin. Ez bawer im wê gelê Wanê ya ku wijdanê wan xurt e wê tişta pêwist bikin.”
Yuksekdag di berdewamiya peyama xwe de wiha got: "Roja yekşemê ji bo me jî biçin ser sindoqan. Ji bo serîhildana ku mezin dibe dengên xwe bi kar bînin. Roja yekşemê ji bo me jî biçin ser sindoqan. Ez bang dikim ku li dijî faşîzmê em bi rûmeta xwe li ser sindoqan bisekinin. Ez bawer im em ê bi ser bikevin. Divê em hesabê tiştên ku ji me hatin dizîn bipirsin."