STENBOL – Li Navçeya Maltepeya Stenbolê Fatma Şengul di encama êrîşa zilamekî de jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Gulensu ya Navçeya Maltepeya Stenbolê, Fatma Şengul serê sibê ji mala xwe çû kar. Zilamek bi navê Zeynel Akbaş da pey û ji pişt ve êrîşî Şengul kir. Akbaş piştî êrîş kir hewl da xwe întîxar bike. Fatma Şengul a rakirina Nexweşxaneya Maltepeyê jiyana xwe ji dest da.
Zeynel Akbaş ê bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê tê dermankirin. Têkildarî cînayetê lêpirsîn hat destpêkirin.