AMED - Wezareta Karê Hûndir, li ser twîttera “@kayyumdarhaber” a bê nasname û adres ku piştî tayînkirina qeyûman hat vekirin û wisan xuya dike ku aîdê wezaretêye, ji bo hemû qeyûmên hatin tayînkirin yek bi yek peyama spasiyê parve kir. Di dawiya videoya tê îtirafkirin ku HDP dê qezenc bike de, logoya Wezareta Karê Hûndir hat bikaranîn.
Enqerê, rojek berî hilbijartina herêmî, ji bo qeyûmên di 11’ê Îloan 2016’an de tayînî 96 şaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kirin, yek bi yek peyama xatir xwestin weşand. Wezareta Karê Hûndir, li ser twîttera “@kayyumdarhaber” a bênasname û adres ku piştî tayînkirina qeyûman hat vekirin û wisan xuya dike ku aîdê wezaretêye, peyama spasiyê parve kir. Adresa “Kayyum Haber @kayyumdanhaber” îro weke navê “Mulkî Îdare Haber” hat guhertin. Derket holê ku Wezareta Karê Hûndir li ser vê adresa twîtter nav û adresên twîtterên qeyûman nivîsand û yek bi yek peyamên spasiyê weşand.
‘EZ DIXWAZIM SPASDARIYA XWE PÊŞKÊŞ BIKIM’
Di peyama ku navê wê nehat dayîn, lê balê dikişîne ser Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû de, ev tişt hatin gotin: “Bi destûra we, ez dixwazim ku ji bo ‘Qeyûmên’ ji roja destpêkê û heya roja îro, bi rûyek spasî derheqê vî karê zor û zehmet de derketin spasiyên xwe pêşkêş bikim.”
ÎTÎRAFA ‘DÊ DÎSAN BIGIRIN’
Di dewama peyamê de hat îtîrafkirin qeyûman tu encam bi dest nexwistin û wiha hat gotin: “Teqez dê bergiriya vî karê qeyûma kirî dê hebe. Lê divê hêvî bi aweyekê dem kurt neyên nirxandin. Ji ber ku rêxistina terorê ya PKK’ê ev nêzî 20 salane rêveberên herîmî di destên xwe digire û heta roja îro hatiye.”
Di peyama ku di hilbijartina sibe bê lidarxistin binkeftinê qebûl dike de, wiha hat gotin: "Hin cihên qeyûm tayînê wê hatin kirin, dê dîsan bikeve destê rêveberiya rêxistina terorê, lê bila kes bê hêvî nebe. Ev karê pêvajoyekê ye. Ji bo ku rêxistinek bi salane, li Cizîr, Lîcê, Nisêbîn û Sîlopî rihên xwe belav kiriye bin bikeve, pêvajoyek dem dirêj lazime."