ÇEWLÎG – HDP’ê li Çewlîg û navçeyên wê xebatên xwe yên hilbijartina xwecihî temam kirin û li benda sibê ne. Wê li Çewlîgê bi giştî 773 sindoq bên dayîn û 185 hezar û 419 hilbijêr biçin ser sindoqan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlîgê û namzetên hevşaredariyên bajêr û navçeyan xebatên xwe yên hilbijartina xwecihî ku ev du meh bûn birêve dibirin temam kirin. HDP’ê maseya krîzê saz kir û ji bo hemû sindoqên li navenda bajêr û navçeyan wezîfedar û muşahîtan peywîrdar kir. Komîsyona Hiqûqê ku ji parêzeran jî pêk tê û ji aliyê HDP’ê ve hat avakirin dê sibê bi awayek çalak bixebite.
Li Navenda Çewlîgê dê 223 sindoq bên dayîn û 72 hezar û 883 hilbijêr biçin dengdayînê. Li tevahiya bajêr jî wê bi giştî 773 sindoq bên dayîn û 185 hezar û 415 hilbijêr biçin dengên xwe bikar bînin .