MUGLA – Li navçeya Mîlasê ya Mugla dema namzetê AKP'ê yê Milasê û rêveberên AKP'ê zexîre û maşîneyên bi aku ji bo astengdaran belav dikir, welatiyan bertek nîşanî wan dan.
Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Mîlasê Bariş Saylak û namzetên encumeniyê yên Milasê dema li taxa Çatlik a Mîlasê zexire û maşîneyên bi aku ji bo astengdaran belav dikir, welatiyan bertek nîşanî wan dan. Welatiyan gotin "Hûn dibêjin terorîst. Hûn bi kijan rûyî deng dixwazin. Dengê em bidin we tune ye." û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan zexîreyên AKP'îyan negirt û ew paşve vegerandin.