ÊLIH - Li Êlihê, komekê ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dewam dikin çalakî lidar xistin. Komê fîşekên hewayî teqandin û meşiyan.
Bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abadullah Ocalan, bi pêşengtiya Hevserokê KCD’ê Leyla Guven destpê kir û li tevahiya girtîhan belav bûn, komekê li Êlihê çalakî li dar xistin.
Koma ku li Taxa Baglar a bajêr kom bûn, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û meşiyan. Komê piştî meşê, fîşekên hewaî teqandin û dûre çalakiya xwe bi dawî kirin.