DERSÎM – Gelê Dersîmê diyar kirin ku ew dê li dijî qeyûmê ku tayînî vîna wan hatiye kirine dengê xwe bidin HDP'ê. Welatiyan bang li her kesan kirin ku li dora HDP'ê bibin yek.
Sibê hilbijartina rêveberiyen heremî ye. Partiyên siyasî îro heta saet 18.00’an dikarin xebatên hilbijartinê bimeşînin. Beriya hilbijartinê Gelê Dersimê diyar kirin ku ew dê li dijî qeyûm dengê xwe bidin HDP'ê. Welatiyan anîn ziman ku ew pir bi kelecan li benda encama hilbijartinê ne. Welatiyan anîn ziman ku hilbijartin dê di navbera Yekîtiya Hêza Şoreşger û TKP'ê de derbas bibe.
Welatî Ergîn Altik, diyar kir ku li bajar kelecana hilbijartinê tune ye û wiha got: "Gel bêtir difikire ku piştî hilbijartinê pêvajoyek çawa li benda wan e. Em dê dengê xwe bidin HDP’ê. Li Dersimê partiya ku daxwazên wan pêk bîne tenê HDP heye. Di hilbijartina 31'ê Adardê wê HDP bi ser bikeve."
‘PARTIYA GELAN E '
Welatî Berîvan Gungormuş anî ziman ku pir bi kelecan li benda encamê ne û wiha got: “Bêguman HDP wê bi ser bikeve. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Ji ber ku HDP partiya gelan e dixwazin HDP bi ser bikeve."
‘BI KELECAN LI ENCAMÊ ME'
Xwendekar Muhammet Kulu jî anî ziman ku bi kelecanek mezin li benda encama hilbijartinê ye û dixwaze HDP bi ser bikeve û wiha got: “Ez dixwazim li dijî qeyûmê tu yanînî vîna gel kiriye Yekîtiya Hêza Şoreşger bi ser bikeve. Ez dixwazim vîna gel bi ser bikeve. Bi kelecanek mezin li benda encama hilbijartinê me. Ev hilbijartin wê di navbera TKP û Yekîtiya Hêza Şoreşger de pêk bê. Ez bawer dikim ku HDP wê bi ser bikeve.
Welatî Ezgi Çaglar jî diyar kir ku dixwaze li diji qeyûm ku tayînî vîna gel kiriye HDP bi ser bikeve. Çaglar, xwest di serî de hemû xwendekar û gelê Dersimê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo Yekîtiya Hêza Şoreşger bikar bînin.
Welatî Ozgur Ayiş jî anî ziman ku ev hilbijartin wê di navbera HDP û TKP'ê de derbas bibe û wiha got: "Ez bawer dikim ku HDP wê di hilbijartina 31'ê Adarê de serkeftî derkeve. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Divê her kes li dora HDP'e bibin yek û dengê xwe bidin HDP'ê. HDP ji bo pêşeroja Tirkiye şensek mezin e. "
MA / Semra Turan