ENQERE - Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Kirikkaleyê 95 roj in di greva birçîbûnê de ye, çalakiya girtiyan wekî "Şerê faşîzmê û şerê azadiyê" pênase kir û got: "Divê gelê me ruhê Kobaniyê careke din zînde bike."
Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 95 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand.
Alçîçek, di sala 1980'yî de li Çêrmûga Amedê hatiye dinê û ji sala 2009'an ve girtiye. 30 sal ceza lê hatiye birîn.
TECRÎD ŞÛRÊ DEMOKLES E
Alçîçek di nameya xwe de got: "Tecrîd, li dijî normên gerdûnî yên mafên mirovan, hiqûq, ehlaq û wijdanê ye. Rêbazeke derî mirovahiyê ye. Bidawîbûna tecrîdê, bi vîn û cewhera xwe ya xwesre hebûna gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye. Di warê bîrdozî û polîtîk de parastin û rêxistinbûyînê ye. Tecrîd, di şexsê Ocalan de li ser gelê wekî şûrê Demokles e. Heta tecrîd bi adwî nebe, wê li ser her derdorê û malbatê pêk bê. Tu rêgezeke, tu pîvaneke çînî û civakî ya faşîzmê tune ye. Li girtîgehan ez û bi hezaran hevalên xwe jî bi vê yekê re rû bi rû ne. Gelek tê tecrîdkirin. Ji ber ev tecrîd dixwaze têkoşîna demokrasiyê û destkeftiyên çil salan tune bike, li dijî wê di 16'ê Kanûna 2018'an de ketim greva birçbûnê. Ji bo parastina vîn û hebûna xwe ez ketim çalakiyeke wisa.
Heta tecrîd bi dawî nebe bedêl çi dibe bila bibeî, mirin jî tê de hebe wê çalakiya min dewam bike. Ev çalakî lerê du vîna ye. Şerê faşîzm û azadiyê ye. Têkoşîna hebûn û tunebûnê ye. Yanî heta daxwaza min pêk neyê wê çalakiya min dewam bike. Daxwaza Heval Leyla daxwaza min e. Em tiştên di qanûnê de heyî dixwazin.
DIVÊ RUHÊ KOBANIYÊ CAREKE DIN ZÎNDE BIBE
Faşîzm, her kesî tune dike. Ez dixwazim kesên dibên em demokrat, rewşenbîr, sosyalîst, femînîst, hunermend, siyasetmedar û parazvanên civakê me bi hestiyarî tev bigerin û guh bidin vê daxwaza me. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê di xetereyê de ye, loma divê di pêvajoyeke wisa de her kes tişta dikeve ser milan bike. Dibe ku sibe bi derengî bikeve. Divê gelê me ruhê Kobaniyê careke din zînde bike. Em mafdar in, bibiryar in û hêvîdar in. Teqez em ê bi ser bikevin.
Ji kesên di vê pêvajoyê de xwe gihandin min û silav şandin re silav û hezkirinên xwe rê dikim."