ÇEWLÎG - Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Çewlîgê Senem Çakas, destnîşan kir ku ew ê bi ser bikevin û got: "Divê di 31'ê Adarê de gelê me biçe ser sindoqan û bersiva herî baş bide."
Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Çewlîgê Gişyar Ozsoy û Senem Çakas, bênavber xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzet Senem Çakasa bang li welatiyan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
Çakas, diyar kir ku di xebatên ji bo hilbijartinê de bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimînin û ew ê teqez şaredariyê bi dest bixin. Çakasa got: "Em soz didin gelê xwe ku em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin. Heta ji destê me hat me ev yek vegot. Me di gotin û çavên mirovan de dît ku guherînê dixwazin. Rêveberiya heyî 15 sal in pereyê Çewligê ji bo Çewligê bi kar neaniye. Bêtir deriyê rantê vekiriye. Êdî em nikarin xweza xwe jî bi kar bînin. Li nav bajêr ji xeynî avahiyên betonî tiştek tune ye. Em dixwazin ev yek biguhere. Em ê tevî jinan bajarê xwe xweşiktir bikin." Çakasa, destnîşan kir ku ew dixwazin bi çewlgiyan çewligê rizgar bikin.
‘LI SER SINDOQÊ BERSIVA HERÎ BAŞ BIDIN'
Çakas, diyar kir ku di dema xebatên hilbijartinê de hin welatiyan gotiye ew ê neçin ser sindoqan û got: "Bi dengekî pir tişt diguherin. Wê bi dengê te biguhere. Bila her kes biçe ser sindoqan. Bila di sindoqan de berteka xwe nîşan bidin. Di sindoqan de bersiva kesên we nahesibînin bidin. Di 31'ê Adarê de em ji welatiyê xwe bi taybetî jî ji jina dixwazin ku biçin ser sindoqan û bersiva herî baş bidin."
Hesêbgirê HDP'a Çewligê Yaşar Yûrtsever jî destnîşan kir ku ji bo hilbijêrên livdar wê xebatên wan heta roja dawî dewam bikin û heta niha wan bilêta 221 yek kesî biriye û ji bo dengdayînê ketine rê. Yûrtsever, bilêv kir ku ew naxwazin dengek jî ziyan bibe û got: "Em ê vîna xwe ya hatiye xespkirin bistînin. Em ê feraseta qeyûm di sindoqan de bifetisînin."