AMED – Piştî Amediyan bertek nîşan da, hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, der barê avahiya bazirganî ya li Sûlava Fîskayayê de biryara rûxandinê dabûn. Lê belê qeyûm pêşî ji bo vê avahiya bazirganî biryara restorekirinê dabû. Hat diyarkirin ku niha qeyûm biryara rûxandinê daye.
Li Amedê, di sala 2014'an de di çarçoveya Projeya Geliyê Dîcleyê de li Sûlava Fîskayayê restorana bi navê "Bîg Chefs" hatibû avakirin. Lê belê piştî parêzvanên jiyanê û şêniyên bajêr bertek nîşandan, hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat anli biryara rûxandina restoranê dabûn. Piştî vê biryarê Bîg Chefs hatibû valakirin.
PÊŞÎ RESTORE KIR, PAŞÊ XWEST BÊ RÛXANDIN
Piştî biryara rûxandinê bi demekê qeyûm tayînî Şaredariay Mezin a Amedê hat kirin. Qeyûm Cûmalî Atîlla biryara rûxandinê betal kir û biryar da ku divê restoran bê restorekirin. Ji bo vê budçe hat veqetandin û dîwarên restoranê bi kevirên bazaltî hatin çêkirin. Lê belê piştî biryara restorekirinê mehek şûnde vê carê qeyûm biryara rûxandinê da.
Wê piştî 31'ê Adarê rêveberiya nû ya Şaredariya Mezin a Amedê çi biryarê bide, nayê zanîn.