MÊRSÎN – Mehmet Umît ku ji 16'ê Çileyê ve li Girtîgeha Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, wê bi çalakiyên li derve daxwaza wan bê qebûlkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 143'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Mehmet Umîtê 19 salî ye. Umît ku bi îdiaya" endamtiya rêxistinê" cezayê muebetê lê hatiye birîn ji 16'ê Çileyê ve li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye.
‘DIVÊ ÊN LI DERVE JÎ DAXILÎ ÇALAKIYÊ BIBIN'
Dayik Salîha Umît, diyar kir ku ji ber cezayê muebeta giran li kurê wê hatiye birîn ancax 15 rojan carekê wî dibîne û herî dawî di 26'ê Adarê de bi telefonê bi kurê xwe re axiviye. Dayik Umît, bilêv kir ku kurê wî peyamek ji raya giştî re şandiye û got: "Eger çalakî zêde nebin û derve nebe dengê çalakiyan wê mriin êzde bibin. Divê ên li derve piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Wê bi vî awayî dengê me bilintir derkeve. Tenê bi çalakiya me daxwaz pêk nayên."
‘REWŞA HEVALÊN WÎ XIRAB E'
Umît, diyar kir ku ew dixwazin parêzer biçin girtîgehê û got: "Herî dawî em mehek berê çûn girtîgehê. Kurê min û hevalên wî 10 kîlo zihîf bibûn. Di telefonê de kurê min got 'rewşa min baş e, lê rewşa hin hevalên me pir xirab e.' Her roj tên wezinandin. Lê divê demildest parêzer biçin girtîgehê."
‘HER GÜN İÇİMİZ YANIYOR’
Umît, diyar kir ku divê demildest hin gav bên avêtin û daxwaza girtiyan daxwaza wan e. Umît got: "Em naxwazin kes bimire. Her roj em nûçeyan temaşe dikin. Leyla Guven û Nasir Yagiz hîn jî çalakiya xwe didomînin. Her roj hin kes dikevin greva birçîbûnê. Daxwaza wan daxwaza me ye. Em dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Ew di greva birçîbûnê de ne, lê ê me jî her roj dilê me diêşe. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin divê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin, parêzer biçin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin."
MA/ Ergin Çaglar