ÎZMÎR – Muhbet Akbar ku du zarokên wê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne got: "Wê bi saya têkoşîna zarkên me aştî bê."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 143'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de dudo jê jî birayên hev Nevzat û Mehmet Kiliç in. Her du bira ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.
Nevzat Kiliç, di sala 1993'yan de hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê de ye. Mehmet Kiliç jî di sala 201'an de hatiye girtin û niha di Girtîgeha Bafra ya Samsûnê de ye.
Dayika wan Muhbet Kiliç (74) anî ziman ku ew du hefteyan carekê diçe Girtîgeha Odemîşê û kurê xwe Nevzat dibîne, lê belê 6 sal in nikare biçe Girrtîgeha Bafrayê û kurê xwe Mehmet bibîne.
Dayik Kiliç, destnîşan kir ku divê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rojek berî rojekê bi dawî bibe û daxwaza zarokên wê daxwaza wan e û ew ê ji bo zarokên xwe heta dawiyê bitêkoşe.
‘DILÊ ME DIÊŞE'
Dayik Muhbet Kiliç, diyar kir ku divê tu kes xwe li bêdengiyê daneyne û her çend şehadet çêbûne jî lê wê tu carî dev ji daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bernedin. Kiliç, anî ziman ku ji ber zarokên wê di greva birçîbûnê de ye xwarin di qirika wê re naçe û got: "Gelê kurd ixwaze agahiyê ji rêberê xwe bigire. Ev mafekî xwezayî ye. Lê dewlet naxwaze bibîne û bibihîse. Qanûnên xwe pêk nayne. Çav û guhên xwe girtiye û dixwaze zarokên me bimire. Sedema şehadeta zarokên me ev hikûmet e. Lê wê zarokên me bi berxwedana xwe bi ser bikevin. Niha cenazeyên wan jî direvînin û vedişêrin. Bi saya têkoşîna zarokên me wê aştî bê. Êdî em dayik naxwazin bigirîn. Em bang li Wezareta Dadê dikin. Dilê me diêşe, zarokên me dimirin. Her roj li ber televîzyonê digirîm."
MA / Rûken Demir