RIHA – Dayika Remziye Karadag a li Girtîgeha Xarpêtê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, Fîdan Karadag helwesta hikûmetê reşne kir û got: "Hikûmet dixwaze zarokên me di girtîgehan de bimirin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 143'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye Remziye Karadaga 25 salî ye. Karadag, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Fîdan Karadag, bal kişand ser bêdengiya hikûmet û got: "Ma qey dixwazin ji girtîgehan cenaze derkevin? Rayedarên hikûmetê dixwazin zarokên me di girtîgehan de bimirin."
Dayik Karadag, diyar kir ku 5 sal in keça wê girtiye û 3 sal cezayê wê maye. Karadag, anî ziman ku gardiyan tim tahdê li keça wê û girtiyên li cem wê dikin û got: "Gardiyan xwendina sirûda îstiklalê li girtiyan ferz dikin. Lê ji ber girtî vê ferzkirinê qebûl nakin tên derbkirin."
‘NIKARIM XWARINÊ BIXWIM'
Karadag, anî ziman ku niha rewşa tenduristiya keça wê nebaş e û ew nizanin sax e yan miriye. Karadag, diyar kir ku der barê rewşa girtiyan de endîşeyên wan hene û got: "Tenê bi telefonê dengê wê dibihîsim. Ew jî tenê 5 deqîqeyan. Wexta jê dipirsim 'tu çawa yî, baş î?' deng jê dernayê. Tenduristiya wê nebaş e. Li qawîşeke 4 kesî dimîne. Her cara davêjin ser qawîşên wan gardiyan bi copan li wan didin. Ji ber vê li destê wê, ser çavê wê birîn çêbûne. Ez jî li vira greva birçîbûnê keça xwe hîs dikim. Keça min li wir nikare tiştekî bixwe, ez jî li vira. Li vira nikarim li ser sifrê rûnêm., xwarinê bixwim. Çi bixwim jî bi zorê di qirika min re diçe. Malbat hemû wisa ye. Êdî xew bi çavên min nakeve. derûniya min xirab bûye."
Dayik Karadag, diyar kir ku ji ber keça wê nexweş e diviya neketana greva birçîbûnê, lê belê keça wê jê re gotiye: "Qerara min qerar e. Ez ê têkevim greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger." Karadag got: "Niha tiştek ji destê me nayê. Çima gel bêdeng e. Tenê ne keça min, niha bi sedan kes di greva birçîbûnê de ye. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Zarokên me ber bi mirinê ve diçin. Ma wê dayik çawa îdare bikin. Tu dayik nikare îdare bike. Çima CPT girtîgehan kontrol nake? Divê biçe hay ji rewşa kesên di greva birçîbûnê de çêbibe. Keça min li ber çavan dimire. Lê tiştek ji destê min nayê. Wexta nehatibû girtin 59 kîlo bû. Niha daketiye 39 kîloyan. Belkî çend hefte şûnde nikaribe telefon jî bike."