* Fîdan Karadag, dayika Remziye Karadag ku li Girtîgeha Xarpêtê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Hikûmet dixwaze zarokên me di girtîgehan de bimirin."
* Muhbet Akbar ku du zarokên wê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne got: "Wê bi saya têkoşîna zarkên me aştî bê."
* Mehmet Umît ku ji 16'ê Çileyê ve li Girtîgeha Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, wê bi çalakiyên li derve daxwaza wan bê qebûlkirin.
* Li Edeneyê Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê ku ji bo destekê bide hilberînerên biçik û berên xwezayî bê navbeynkaran bigihîne welatiyan, mexazaya xwe ya ewil vekir.
* Piştî Amediyan bertek nîşan da, hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, der barê avahiya bazirganî ya li Sûlava Fîskayayê de biryara rûxandinê dabûn. Lê belê qeyûm pêşî ji bo vê avahiya bazirganî biryara restorekirinê dabû. Hat diyarkirin ku niha qeyûm biryara rûxandinê daye.
* Baroya Amedê, ji bo ewlehiya hilbijartinê û rê li ber tiştên neyînî bigire, navenda krîzê ava kir.
* Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Çewligê Senem Çakas, destnîşan kir ku ew ê bi ser bikevin û got: "Divê di 31'ê Adarê de gelê me biçe ser sindoqan û bersiva herî baş bide."
* HDP'a Rihayê diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo hilbbijartinê û ewlehiya sindoqan temam in û bang li her kesî kir û got: "Xwedî li dengên xwe derkevin."
* Di ser darvekirina Qazî Mihemed re 72 sal derbas bûn. Nivîskar Kakşar Oremar, diyar kir ku lê belê hîn jî wesiyeta Qazî Mihemed pêk nehatiye û bal kişand ser hilbijartina 31'ê Adarê û got: "Divê kurd di vê roja girîng de, doza Qazî û şehîdên azadiyê bînin bîra xwe."
* Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Kirikkaleyê 95 roj in di greva birçîbûnê de ye, çalakiya girtiyan wekî "Şerê faşîzmê û şerê azadiyê" pênase kir û got: "Divê gelê me ruhê Kobaniyê careke din zînde bike."
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin wê di hefteya 731'an de li Qada Galatasarayê hewl bidin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê li avahiyên ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneye, tekildari girtina Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural û 8 rêveberên partiyê wê li avahiya bajar civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li Parka Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD bi armanca balê bikişinen ser rewşa girtiyan wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 366'an wê li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
* Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi tevlêbûna namzet û parlamenteran di roja dawî de wê bidome.