AMED - Li Amedê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, konvoya HDP’ê ku ji sedan wesayîtan pêk dihat li bajêr hûnera xwe nîşan da.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber barana zêde mîtînga fînalê ya li Qada Îstasyona Amedê betal kir. Piştî betalkirina mîtîngê HDP’ê bi beşdarbûna Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li bajêr bi sedan wesayîtan geriyan.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin û navçeyan beşdarî tûra hilbijartinê bûn. Konvoya HDP’ê ku ji sedan wesayîtan pêk dihat li kolan û cadeyên bajêr hûnera xwe nîşandan û geriya.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û namzetên HDP’ê di tûra hilbijartinê de gel silav kirin.