ÎDIR - Heveroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di mîtîgna fînalê ya Îdîrê de banga “Em di 31’ê Adarê de dersek mezin bidin desthilatdariyê” kir û got: “Emê ji vir agahiyek mizgîniyê girin. Emê Qers û Mûşê jî danin kêleka Îdirê.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, mîtînga fînalê li Îdirê kir. Mîtîng li Qada Şaredariyê hat lidarxistin. Parlementgerê bajêr Habîp Eksîk, Hevşaredarê Îdirê Mûrat Yîkît, Namzetên Hevşarêdarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş, namzetên hevşarên navçeyan û gelek endamên partiyê beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran kesên qad tije kirin, li ber dahol û zirnê gevend gerandin. Jina bi kincên xwe yên rengîn, qada mîtîngê xemilandin. Ji ber cih di qadê de nema welatiyan ji balkon, li ser kargeh û malên xwe mîtîng temaşe kirin.
Di mîtîngê de pankartên “Emê bi hevre qezenc bikin, emê bi hevre bi rêve bibin” û “Duh me bi ser xist û emê îro jî bi ser bixin” hatin daliqandin.
‘ÎDIR DÊ BI SERKETINÊ ŞIYAR BIBE’
Bi destpêkirina mîtîngê re, namzeta hevaşaredariyê Eylem Çelîk gel silav kir û wiha axivî: “Îdirê weke Çiyayê Agirî ya biheybet û agirê Newrozê agir berdan dilê hemû gelan. Em baş dizanîn ku Îdir dê bi ronahiya agirê Newrozê bi serkeftinê şiyar bibe.” Dûre namzet Yaşar Akkûş, axaftinek kurt kir û wiha got: “Emê hemû bibin yek. Îdir pêvajoek dîrokî dijî. Di 31’ê Adarê de emê dersek xweş bidin vane.”
‘ÎRO ÎDÎR HÊ XWEŞTIRE’
Piştî namzetan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derket ser dikê û gel silav kir û axaftina xwe kir.
Buldan bi bîr xist ku wan ji Cizîrê dest bi gera xwe ya hilbijartinê kir û îro mitînga fînalê li Îdirê pêk tînin. Buldan da zanîn ku ji bere w îro mitînga fînalê li Îdirê li dar dixin gellek kêfxweş, kelecan û bi moral e û got: “Îdir îro hê xweştir e. Jin, ciwan, azerî, kurd, tirk û terekeme mil dane milê hev û xweşiktir in.”
‘DI 31’Ê ADARÊ DE ÎKTÎDAR RÊWÎ YE’
Buldan bal kişand ser tengezariyên aborî û wiha dewam kir: “AKP’ê li ser vê axê feqîr û belengaz kiriye. Hezkirin, edalet û aramiyê xelas kiriye. Du rojên îktîdara AKP’ê man. Tu tiştek nedan gel û gel mexdûrttir kirin.Îdir mozaîka gelan û em vê diparêzin. Îktîdar jî dixwaze vê mozaîkê hilweşîne. Ji bo li ser îktîdarê bimînin çi ji destê wan tê dikin. Hemû lîstikan pêk tînin. Em ji AKP’ê re vê dibêjin; Di 31’ê Adarê de wê bayê HDP’ê li her devera Tirkiyeyê ba bibe. Em dibêjin wê ev îktîdar di 31’ê Adarê de biçe û rêwî ne.”
‘RAZEMENIYA WAN TENÊ GIRTÎGEH IN’
Buldan anî ziman ku hemû çandinî û sewalkariya li Deşta Îdirê qedandin û di şûna ji gel re xizmeta aborî û îtîhdama cotkariyê bikin lê girtîgehan çêkirin û zêdekirin. Buldan got çi fabrîkayên hebûn jî yek bi yek tên firotinê. Buldan got pêdiviya Îdiriyan ne bi girtîgehan pêdiviya wan bi aramî, aborî, aştî, azadî û demokrasiyê heye.
Buldan bersiv da gotina “Ez aborînas im” a Serokkomar Erdogan û got: “Aboriya wan aboriya 17-25’ê Kanûnê ye. Aboriya wan aboriya nelirêtiyê û veşartina pereyan a di qutiyên pêlavan de ne. Niha jî derketiye dibêje ‘ez ê aboriyê birêkûpêk bikim.’ Yaw ma tu yê ku dera aboriyê rast bikî? Hûn bi kîjan aliyê meseleyê digirin di destê we de dimîne. Însan êdî bi derewên wan bawer nake. Însanan mexdûrî kartol û pîvazan kirin.”
‘NE HEDÊ WE YE HÛN AHMET TURK BIKIN HEDEF’
Buldan bertek nîşanî gotinên Erdogan ên li dijî Ahmet Turk jî da û got: “Tayyîp beg duh derketiye û hêja û însanê aştiyê Ahmet Turk hedef nîşan dide. Ew mirovê aştiyê ye. Ji ber ku bûye namzet ewqas êrîşî wî dikin. Ne hedê tu kesî ye hêja Ahmet Tur kreş bikin û gotinan jê re bêjin. Em ji vir bi hezaran silavên xwe ji Ahmet Turk re dişînin.”
‘EM DERS BIDIN WAN’
Buldan da zanîn ku 31’ê Adarê firsendek dîrokî ye û got: “Em di 31’ê Adarê de dersek mezin bidin wan. Biçin deng dayînê ev hilbijartinek gellek girîng e. Dengek jî gellek girîng e. Em xwedî li deng, vîn û sindoqên xwe derkevin.”
Mitîng bi konsera hunermend Cevdet Bagca bi dawî bû.