AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin têkildarî daxuyaniya dê hin nametên bên bijartin ji wezîfeyê bigirin got: “Zimanê ku hat bikaranîn talûkeyek derxist holê. Gotinên tên kirin rewşê ber bi talûkeyê ve dibe.”
Baroya Amedê di hefteya 169’emîn de ji bo serokê berê yê baroyê Tahîr Elçî li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku heta niha têkildarî lêpirsîna cînayeta Tahîr Elçî tu pêşketin çênebûye û ew hêvîdarin dê ev lêpirsîn di demek kin de bi dawî bibe.
‘ZIMANEK CUDAKARÎ HAT BIKARANÎN’
Aydin bal kişand ser hilbijartina xwecihî ya dê roja yekşemê pêk were û got: “Em di pêvajoyek hilbijartinê ya ku polemîk de derbas bûn. Mixabin zimanek cudakariyê û dubendiyê hat bikaranîn. Mixabin ev zimanên hatin bikar anîn gel ber bi pêkanînên hişk ve dibe. Ji ber vê yekê ev ziman rewşek xemgîn e ji bo me.”
‘GOTINÊN TALÛKE NE’
Aydin bal kişand ser daxuyaniyên îktîdarê ya der barê hin namzetên bên bijartin dê ji wezîfeyê bigirin û got: “Ev yek çûyînek ber bi astek talûke ve dê biçe. Daxuyaniyên wan talûke ne. Pêkanîn li dijî hiqûqê û qanûnan pêk werin em ê qebûl nekin. Em hêvîdarin wê hilbijartinek bi aram pêk were. Em bang li tevahiya hilbijêran jî dikin ku bi aqlek selîm biçin dengdayînê.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.