AMED – HDP’ê ji bo gera nav bajêr nepoxên nivîsa “Daxwaza wê daxwazaza me ye-Leyla Guven” li serê bûn amade kir. Polîsan nepoxan asteng kir û destûr nedan nepox ji avahiya HDP’ê derxin.
Mitînga fînalê ya HDP’a Amedê ji ber barîna zêde ya baranê hat betalkirin. HDP’ê di şûna mitîngê de tura wesayîtan a nav bajêr amade kir. Beriya konvoy ango wesaît ji ber avahiya HDP’ê ya Amedê derbikevin gerê, polîsan avahiya HDP’ê dorpêç ir. HDP’ê nepoxên nivîsa “Daxwaza wê daxwaza me ye – Leyla Guven” li serê hatibûn nivîsîn amade kiribû. Polîsan destûra balonan neda ku HDP’î hildin û di turê de bikar bînin.
Polîsan deriyê HDP’ê li welatiyan û HDP’iyan girt û gotin: “Heke hûn bi van nepoxan derkevin, em ê nehêlin hûn jî derkevin.”