ŞIRNEX – Emniyeta Cizîrê bi boneya amadekirina Newroza Cizîrê li Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig geriyan ku biçin îfade bidin.
Di 21’ê Adarê de li Navçeya Cizîra Şirnexê bi beşdariya deh hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hatibû lidarxistin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig jî endamên Komîteya Amadekar a Newrozê bûn. Emniyeta Cizîrê li her du namzetan geriya û ji wan xwestin biçin derbarê wan de lêpirsîna vebûye îfade bidin.
Hat zanîn ku Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Cizîrê Selahattîn Kolanç, Helîz Kolanç, Şerafettîn Elçî, Cîhan Olmez û Serhat Kuçuk û namzetên hevşaredariyê dê biçin emniyetê îfade bidin.