STENBOL - 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eslî ya Buyukçekmecê derberê hunermend Ferhat Tûnç de biryar girtinê da.
Danişîna doza darizandina Hunermend Ferhat Tûnç a bi hinceta parvekirinên medya civakî bi îdîya "Gel sewqî kîn û dijminantiyê kirin" hatibû vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eslî ya Buyukçekmece hat dîtin. Tunç ê ji derveyî welat, beşdarî danişînê nebû û parêzera wî Damla Koç danişîn şopand.
Ji bo ku Tunç îfade bide, dadgehê derbarê wî de biryara girtinê derxist.