AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, anî ziman ku ew dê vê carê ji hilbijartina 2014'an bêtir şaredariyan bi dest bixin û wiha got: "Gel ji bo zixt û zilmê xwe rizgar bike çi dibe bila bibe divê biçin ser sindoqan." Arslan, bal kişand ser tecrîdê û wiha axivî: "Ji bo perspektifa AKP'ê ya çareseriyê tune, tecrîdkirina Birêz Ocalan giran dikin."
Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 142 rojin didome. Tecrîd jî didome. Li aliyê din ji hilbijartina 31'ê Adarê re 2 roj man. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, têkildarî tecrîdê û hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. DBP'ê di hilbijartina 2014'an de 103 şaredarî bi dest xistibûn. Piştî OHAL'ê AKP'ê qeyûm tayînî 96 şaredariyên DBP'ê kirin.
'OCALAN DI SEYASETA KURD Û TIKIYE DE XWEDÎ ROLEKÎ SEREKE YE'
Arslan, bal kişand ser helwesta AKP'ê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji ber tu perspektifên AKP'ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurt tune ye, tecrîdê giran dike. Rola Brêz Ocalan a demokratikbûn û azadiya Tirkiye pir mezin e. Birêz Ocalan ji bo siyaseta Kurd û Tirkiye rola wî pir mezin e. Birêz Ocalan di siyaseta Kurd û Tirkiye de oktorê sereke ye. Kaosê bi tecrîdê dest pê kir. AKP'ê ji bo siyaseta kurd bê tesîr bike tecrîd pêş xist. Dixwazin kurdan bi tcrîdkirina Ocalan terbiye bikin. Dixwazin Kurdan bi Birêz Ocalan tecrîd bikin. Ji ber ku perspektifa wan a çareseriyê tune Birêz Ocalan tecrid dikin. Kaosê kûr dikin. Ji roja li ser Birêz Ocalan tecrîd heye heta niha li Tirkiye kaos û krîz heye. Kaos û krîzê bi tecrîdkirina Ocalan dest pê kir. Bi polîtîka tecrîdkirina Ocalan, li ser gelê Tirkiye û Kurd polîtîka tecridê pêş xistin."
'AKP'Ê KANÛN XISTINE BIN LINGAN'
Arslan, helwesta kesên ku gelê Kurd rexne dike û li hemberî polîtikayên AKP'ê bêdeng jîn jî rexne kir û wiha got: "Kesên ku polîtîkayên AKP'ê yên zilm û zordariyê li gelê kurd dikin nabînin, pêwiste bibine ku AKP qanûn û makeqanûn xistin bin lingan. Li çavê hemû cîhanê dinerin û li dijî hiqûq û qanûnan li ser Birêz Ocalan û mirovan tecrîdê didomînin. Çima nikarin gotinekê ji AKP'ê re bêjin. Kesên ku nikarin vê bêhiqûqî û dijqanûnên AKP'ê rexne bikin êrîşî gelê Kurd dikin. Nûner û siyasetmedarên Kurd rexne dikin. Gelek hevalên me hatine sînorê mirinê. Em naxwazin tu hevalên me jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin yek têla porê wan zerar bîbîne. Lê mixabin kes vê zilm û zextên AKP'ê ya li ser Kurdan nabîne. Kesên ku dengê xwe bilind nakin û piştgiriyê nadin çalakgeran dixwazin ku çalakger û gelê Kurd teslîm bibin. Divê teqet tecrîdkirina Brêz Ocalan bi dawî bibe. Tecrîd destûr nade ku em siyasetê jî bikin. Tecrîd tenê bi Birêz Ocalan ne sînordar e. Li ser hemû siyaseta kurd û siyaseta alternatif a Tirkiye heye."
YÊN JIYANA XWE JI DEST DAN ŞEHÎDÊN DEMOKRASIYA TIRKIYE NE
Arslan, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê 5 kesan dawî li jiyana xwe anîn û wiha lê zêde kir: "Di rojên dawî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Ev ji bo Tirkiye rewşa şermê ye. Li tu welatê cîhanê rewşek wisa tune ye. Yên jiyana xwe ji dest dan Şehîdên Demokrasî û azadiya Tirkiye ne. Ne tenê yên Kurdan in. Em bi rêzdarî wan bibîr tînin. Îktîdarê bi siyaseta xwe zerarek mezin da gelê Kurd. Gelê Kurd ji ber vê siyasetê bedelên giran dan. Di vê pêvajoyê de îktîdarê wîcdan û mirovahiya xwe winda kiriye."
'EM Ê JI 2014'AN BÊTIR ŞAREDARIYAN BISTÎNIN'
Arslan, bal kişand ser hilbijartinên rêvebeiyên herêmî jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiye hilbijartina demokratîk pêk nayê. Îktîdar hemû derfetên dewletê daye pişta xwe û xebatên hilbijartinê dimeşîne. Li aliyê din bi hêza dewletê êrîşi muxalif û Kurdan dike. Ji 103 şaredariyan qeyûm tayînî 96 şaredariyan kir. Gel dê roja yekşemê hesap ji vê siyaset û polîtîkaya qeyûm bipirse. Em hem li Tirkiye û hem li herêmê bi tepmoyek mezin xebitîn. Ji niha de em dikarin bêjin gel bi ser ketiye. Em dê ji hilbijartina 2014'an zêdetir şaredariyan bistinin. Gel teqez wê bersîv bide polîtîkayên AKP û polîtikayên qeyûm. Gel wê bersîvê bide polîtîkayên wan ên zext û tundiyê jî. Hûn dikarin bi hêza esker û polîsan şaredariyan ji destê gel bigirin, lê gel dê dîsa hilbijêra xwe ya siyasî ji bo me bikar bîne. Gelê me vê carê şaredariyan teslimî qeyûman nake. Ger ku li herêmê dengê me zêde bûbe, ev nîşan dide ku polîtikayên qeyûm li vir bi ser neketine. Gel li herême rastî gefên AKP'ê tê. Bi zorê wan tev li mitîngan dikin û dixwazin bi bertîlan dengê wan bistînin. Gelê kurd her dem seknek bi rûmet nîşan daye.
Îtîfaqa gele Kurd wê encamek baş bi dest bixe. Îtîfaqa gelê Kurd ji bo Kurdan bûye moralek mezin. Ev yek wê xizmeta yekîtiya neteweya kurd bike.
MA / Mehmet Şah Oruç - Ozgur Paksoy