ENQERE - Xizmên girtiyan ên daxwaza wan a hevdîtina bi Wezareta Dadê re hat redkirin, gotin ewê dîsan werin û dê têkoşîna wan berdewam bike.
Xizemên girtiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, ji bo ku bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin bikin, 3 rojan ser hev ketin nava liv û tevgerê. Lê ligel hemû hewldanên xizmên girtiyan jî, daxwaza hevdîtinê ji aliyê Wezaretê ve bi hincetên cuda hatin redkirin.
Ji xizmên girtiyan ên 3 rojan li ber Wezareta Dadê rawestiyan, dayika Serhat Goregel ê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye Sakîne Goregel, derbarê daxwaza xwe ya hevdîtinê ya bi Wezareta Dadê re de axivî û wiha got: “Kurê min ê li Girtîgeha Maltepe dimîne û ev 3 salin girtiye. 10 sal û 6 meh cezayê girtî lêbirîne û hîna 17 salî bû, ket girtîgehê. Dema em diçin girtîgehê û em ne keyfxweş bikin, xwe bi me re aciz dike û ji me re dibêje ‘Ger hûn ne keyfxweş bin, em jî ne baş dibin.’ Ew keyfa me xweş dikin. Ev tecrîd li ser me hebûyane. Em dixwazin tecrîd bê rakirin. Ev rewş ji bo me malbatan jî bi zore.”
‘MA HETA ZAROKÊN ME BIMIRIN DÊ HEVDÎTINÊ BI ME RE BIKIN!’
Goregel, diyar kir ku her ku ew dixwazin hevdînê bi Wezareta Dadê re bikin, bi hincetên cuda ev daxwaza wan tê redkirin û wiha got: “Li vê me randevû jî girt, lê dîsan daxwaza me ya hevdîtinê hat redkirin. Ma heta zarokên me bimirin, dê wê demê hevdîtinê bi me re bikin?!”
‘AVAHIÎ HEYE, LÊ WEZARET TUNEYE’
Goregel, di dawiya axatina xwe de wiha bilêv kir: “Em zarokên xwe difikirin. Heta roja dawî jî, em guhdar nekirin. A rastî rakirina tecrîdê pir hêsane. Lê ligel wan edalet û qanûn tuneye. Me tenê xwest em çen peyvan ji Wezareta Dadê re bêjin. Avahî heye, lê wezaret tuneye. Divê em deng derxînin û li tevahiyî cîhanê belav bikin. Çi ji destê me bê emê wê bikin. Em li pişt zarokên xwe ne. Qey wisan guman dikin ku emê dest ji doza xwe berdin. Bi hezaran girtiyan bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Dinava mehekê de 4 cenaze ji girtîgehan derketin. Êdî kêliyek, deqeke û saetek jî, ji bo me pir girînge. Emê dîsan bên û li ber wê avahiyê rawestin.”
‘BILA HEMÛ GEL DEST BIDIN HEV Û BÊJIN BILA TECRÎD RABE’
Xwişka Adem Yilmaz ê li Girtîgeha Patnosê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye, Munîbe Koç jî, diyar kir ku birayê wê nexweşe, lê bi înîsiyatîfa xwe beşdarî greva birçîbûnê bûye û wiha axivî: “Birayê min ji me re got ‘Ez biraziyê Akîfin. Ezê di rêya wî herim.’ Ev sê rojin em jî, li ber Wazareta Dadê dibin tecrîdê dene. Ger tiştek were serê girtiyên di grevên birçîbûnê dene, berpirsê wê CPT û saziyên pêwendîdarin. Ji ber vê bêdeng mane. Bi taybetî jî CPT’î bêdenge. Dikare were hevdîtinê bike. Demildest bila bên hevdîtinê bikin û kes nemire. Bila hemû gel dest bidin hev, deng derxinin û girtîgehan cenaze dernekevin.”
‘BERPIRSÊ ZAROKÊN ME HIKUMETE’
Emîne Erbeke jî, anî ziman ku pismamê wê Mehmet Kaya ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Sîlîvrî di greva birçîbûnê deye û wiha got: “Pismamê min ev 2 salin girtiye. Her roja derbas dibe, rewşa wî xerabtir dibe. Em dixwazin daxwazên girtiyan demildest bê qebûlkirin. Ji xwe dinava çar dîwaran dene. Divê ev tecrîd demildest rabe. Ji bo ku çareserî pêk were Leyla Guven ket greva birçîbûnê. Em tecrîdê şermezar dikin. Ev sê rojin em tên ber Wezareta Dadê ji bo ku em hevdîtin bikin. Lê kes dengê me seh nake. Em jî, welatiyên vî dewletêne û li vî welatî dijîn. Ger tiştek bê serê zarokên me, berpirsiyar hikumete. Êdî bese. Bila tecrîd rabe. Emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Hewldanên me dê berdewam bikin. Emê dîsan bên.”