AMED - Agitî Yildiz ê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku çalakiya wan bi biryardarî berdewam dike û got: “Me bi awayekê manewî tecrîd şikandiye. Ev hemlê dê bigihije serkeftinê.”
Girtiyê 21 salî Agît Yildiz ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Yildiz di meha Sibatê ya 2016’an de hat girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Li dij polîsan derketin” 14 cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Yildiz hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, derbarê çalakiya xwe de peyam şand.
PÊDIVIYÊN WAN NAYIN PÊŞWAZÎ KIRIN
Yildiz, diyar kir ku şertên li girtîgehê pir zor bûne û wiha got: “Rewşa tenduristiya 5 girtiyên di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kirin, krîtîke. Ligel ku bi dehan car me serledan kir jî, pêdiviyên me nehatin pêwazîkirin. Rayedarên girtîgehê vîtamên B1 û B12, xwê û şekir nade me.”
‘ÇALAKIYA ME BI BAWERÎ BERDEWAM DIKE’
Yildiz bal kişand ser çalakiiya wan a bi biryardarî berdewam dike û wiha pê de çû: “Moral û coşa hevalêm me pir bilinde. Ev çalakiya ku bi pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yagiz destpê kir, hemlemaya berxwedanek dîrokiye. Berxwedaneke ku gehiştiye bi hezaran û bibe bi milyonan. Ji 1’ê Adarê ve 7 hezar hevalên me jî beşdarî vê çalakiyê bûn. Di vê berxwedanê girtiyên nexweş hene. Ji bo şikandina tecrîdê, em amedene ku bi her awayî bedel bidin. Bi vê bawerî û biryardariyê çalakiya me berdewam dike. Em baweriya xwe ji Birêz Ocalan û gelê xwe digirin. Em hewl didin ku berxwedana xwe bikin xeta berxwedana Ocalan.”
‘EM Ê TECRÎDÊ JÎ, ZEXTAN JÎ BIŞKÎNIN’
Yildiz, girtiyên ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, bi bîr anîn û ev peyam da: “Çalakiyên fedaî yên rêhevalên me Zulkuf, Zehra, Medya û Ayten, hemleya me ya berxwedanê astek din bilindtir kirin. Emê bi vê berxwedanê tecrîda li ser Birêz Ocalan, zext û êrîşên li ser gel bişkînin.”
‘EMÊ BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN’
Yildiz, di dawiyê de ev bang li raya giştî kir: “Em banga hestiyarî û piştevaniyê li raya giştî dikin. Li zindanan em manewiyata herî xurt dijîn. Rihê manewî yê Birêz Ocalan avakirî me li ser piyan digire. Em bi vî rihî tecrîd bi awayekê manewî şikandiye. Tenê tecrîdek fîîlî ma ye, emê wê jî bişkînin.Ev hemlê dê bigihije serkeftinê. Divê gelê me, sazî û dezgehên berpirsiyar, li ser qadê deng bikin vê berxwedanê û xwedî berxwedanê derkevin. Divê kes bêdeng nemîne. Em di wê baweriyê dene ku emê vê berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”