XARPÊT - Hat gotin, li Girtîgeha Xarpêtê ji ber Azîz Okay Sirûda Îstiklalê nexwendiye hatiye derbkirin.
Hat gotin ku li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê, li girtiyê bi navê Adîl Okay xwendina Sirûda Îstiklalê hatiye ferzkirin, lê ji ber Okay qebûl nekiriye hatiye derbkirin.
Adîl Okay, hefteya borî ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê hat kirin. Di dema sewqê de gardiyanan xwendina Sirûda Îstiklalê li Okay ferz kirine. Lê ji ber Okay qebûl nekiriye, 3 gardiyanan ew derb kirine.
Her wiha hat diyarkirin ku li girtîgehê, ji roja ku çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine rojnameya Yenî Yaşam û Evrenselê nadin wan û di demên dawî de jî rojnameya Cumhûriyetê jî nadin wan.
Girtiyan, pêkanînên li girtîgehê bi rêya malbatên xwe ragihandin.