MÊRSÎN - Malbata Şehrîban Çoban ku ji 15'ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku hefteya borî keça wê nikaribûye telefonî wan bike û ketine nava fikaran.
Şehrîban Çobana 26 salî ku di sala 2015'an de hat girtin û 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn, ji 15'ê Sibatê ve li Girtîgeha Tarsûs a Jimare 3'yan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
'HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ ÇALAKIYA ME DEWAM BIKE'
Dayik Nafiye Çoban, anî ziman ku herî dawî di 15'ê Adarê de wê bi telefonê bi keça xwe re axiviye û got keça wê gotiye: "Ji roja greva birçîbûnê dest pê kiriye rêveberiya girtîgehê pirstûk, kovar û rojnameyan nade wan. Her wiha ava paqij jî ande. Lê çi dibe bila bibe wê çalakiya me dewam bike. Heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Em bibiryar in. Mirin jî tê de be wê çalakiya me dewam bike."
Çoban, diyar kir ku diviya Îna borî keça wê telefonî wan bikira, lê belê nekiriye û li ser vê ew li girtîgehê geriyane û rêveberiya girtîgehê tiştên nakokiyî gotiye. Dayik Çoban got: "Em li girtîgehê geriyan. Pêşî ji me re gotin, 'me ew xistiye hucreyê.' Paşê ji bo em baş hay ji rewşê çêbibin em careke din geriyan. Vê carê jineke gardiyan telefon vekir û ji me re got 'Keça we nexweş bû, em ew rakir nexweşxaneyê.' Fikar li me çêbûne. Ji ber vê ne şeva me şev ne jî roja me roj e. Her roj girtî dawî li jiyana xwe tînin. Tu bikî nekî tiştek wisa tê bîra me jî, gelo wê jî tiştek wisa nekiribe?"
‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Dayik Çoban, diyar kir ku divê ji bo grevên birçîbûnê gav bên avêtin û bang li rayedaran kir û got: "Bila êdî tecrîd bi dawî bibe. Ne heyfa van ciwanan, her roj yek ji wan dawî li jiyana xwe tîne. Êdî xew bi çavê me nakeve. Bila daxwaza Nasir, Leyla û girtiyan pêk bê."
PARÊZER GIHIŞTIN ÇOBAN
Li ser banga malbata Çoban, endamên Komeleya Ji bo Hiqûqê Azadî çûn girtîgehê û agahî ji Çoban girtin. Parêzeran agahî da malbatê û diyar kirin ku Çoban li kawîşê ye.