COLEMÊRG - Li Geverê, malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku daxwaza girtiyan daxwazeke rewa û mafdar e û gotin: "Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe, bibe dengê girtiyen. Bila ji girtîgehê cenaze dernekevin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Adara 2018'an ve didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan çalakiya 7 hezar girtyî jî didome.
Li Geverê, malbata Cîhan Tamûr, Gokhan Dûman, Velat Dûman, Îbrahîm Yonden, Kadîr Akdogan, Alî Kaya, Husni Tûrgût, Îsmaîl Koç û Îslam Akdoganê ku di greva birçîbûnê de ne, bang kirin.
'MORALÊ WAN XURT E, LÊ TENDURISTIYA WAN NEBAŞ E'
Hanîfe Tamûr, dayika Cîhan Tamûr ku li Girtîgeha Wanê 104 roj in di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser rewşa tenduristiya kurê xwe. Tamûr, diyar kir ku canê kurê wê birîn bûne, xwîn ji guh û pozên wî tên û gurçikên wî diêşin. Dayik Tamûr, diyar kir ku wê kurê xwe dîtiye moralê wî xurt bûye, lê belê rewşa tenduristiya wî xirab bûye.
Suheyla Dûman, dayika Gokhan Dûmanê ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku kurê wê li dijî bêedaletiyê bedena xwe daye birçîbûnê û bêdengiya raya giştî rexne kir. Dayik Dûman, destnîşan kir ku bi hezaran ciwan ji bo tecrîd bi dawî bibe bedena xwe dane ber birçîbûnê.
'BILA CENAE JI GIRTÎGEHAN DERNEKVIN'
Meryem Dûman, dayika Velat Dûmanê ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku ji bo çalakî bi dawî bibe divê daxwaza wan bê qebûlkirin û got: "Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe, bibe dengê girtiyen. Bila ji girtîgehê cenaze dernekevin."
'CÎHANÊ BIHÎST, LÊ DEWLET HÎN JÎ XWE LI GUHNEDÊRIYÊ DATÎNE'
Fehîma Yonden, dayika Îbrahîm Yonden ku li Girtîgeha Kalkandereyê 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo xwedîderketina li berxwedanê bang kir û got: "Êdî bes e, bila tecrîd bi dawî bibe. Ma wê dewlet heta kengî xwe li guhnedêriyê deyne? Hemû cîhan bihîst, lê dewlet hîn jî nebihîstiye."
'DAWÎ LI VÊ BÊDENGIYÊ BÎNIN'
Meryem Akdogan, dayika Kadîr Akdoganê ku li Girtîgeha Oltû ya Erziromê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, mirinên li girtîgehan bi bîr xist û bêdengiya civakê rexne kir.
'DIVÊ EM JÎ DAXILÎ ÇALAKIYÊ BIBIN'
Emîne Koç, dayika Îsmaîl Koç ku li Girtîgeha Kalkandereyê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku kurê wê zêdetirî mehekê ye di greva birçîbûnê de ye û got, divê tenê ne li girtîgehan li her derî berxwedan hebe û amade ye têkeve greva birçîbûnê.
Şahîstan Tûrgût, dayika Husnu Tûrgût ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Wê kurd bi ser bikevin. Wê çalakiyên greva birçîbûnê bigihên armanca xwe. Divê em bibin dengê girtiyan."
'DAXWAZA WAN DAXWAZEKE INSANÎ YE'
Meryem Akdogan, dayika Îslam Akdogan ku li Girtîgeha Wanê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, berxwedana li girtîgehan silav kir û got: "Bila li derve dayik bibin pêşengê vê têkoşînê. Bila her kes rabe ser piay. Êdî bes e. Daxwaza wan daxwazeke insanî ye û divê bê qebûlkirin."
'DAXWAZA WAN QEBÛL BIKIN'
Fehîde Kaya, dayika Alî Kaya ku li Girtîgeha Kalkandereyê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, xwest rojek berî rojekê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.
Saîme Ozdîl, hevjîna Reşat Ozdîl ê ku 26 sal in girtiye û li Girtîgeha Sîncanê 65 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Moralê wan xurt e. Peyama wî ji bo civakê hebû. Bang li hemû kurdan kir ku li dor vê berxwedê bibin xelek û divê tenê ne li hundur li derve jî têkoşîn hebe."