WAN - Bavê Dîlan Yildirim a li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê 80 roj in di greva birçîbûnê de ye, Abdûrrahman Yildirim bang li gelan kir û wiha got: "Em bang li gelê kurd, ereb û tirk dikin. Rê li ber van mirinan bigirin."
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin didomin. Li Girtîgeha Tîpa T a Jina ya Tarsûsê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Dîlan Yildirim e. Yildirim, ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Malbata Dîlanê xwest tecrîd bi dawî bibe û daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. Bav Abdûrrahman Yildirim anî ziman ku keça wî 80 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Em bang li gelê kurd, ereb û tirk dikin. Rê li ber van mirinan bigirin."
'MORALÊ WÊ BAŞ E, LÊ ZIHÎF BÛYE'
Yildirim, bang li rayedar in dewletê kir û got: "Banga me ew e ku daxwaza girtiyan pêk bê. Ji ber keça min di greva birçîbûnê de ye roj derbas nabin. Eger ewladê dê û bavekî rojekê xwarinê nexwe, ma xwe bi çavê wan dikeve? Mehek berê min keça xwe dît. Moralê wê baş bû, lê zihîf bibû. Em dixwazin daxwaza keça min û hevalên wê bê qebûlkirin."
DAXWAZAN QEBÛL BIKIN
Dayik Saniye Yildirim jî, diyar kir ku ji ber grevên birçîbûnê dilê wê dişewite û bang li gel kir ku xwedî li çalakiyên greba birçîbûnê derkeve. Dayik Yidlirim got: "Rewşa kesên di greva birçîbûnê de ne baş e. Em dixwazin daxwaza wan bê qebûlkirin."