* Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Kanîreşê Evîn Ozen û Ozkan Bîngol, diyar kirin ku ew ê Kanîreşê tevî gel û bi awayekî wekhev bi rê ve bibin û ew ê li navçeyê bi avakirina kooperatîfan hewl bidin ku welatî bi awayekî erzan avahiyan çêbikin.
* Bernameztê AKP'ê Eyûp Ay, diyar kir ku AKP stratejiya hilbijartina herêmî li ser "beka" û "krîmînalîzekirina AKP'ê" ava kiriye û got: "Li vî welatî me dît, îktîdara ANAP û DSP'ê bi hilbijartinekê serobino bûn." Ay, destnîşan kir ku wê AKP di 31'ê Adarê de derbeke giran bixwe.
* Girtî Hamza Dogrûl ê 104 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu rêyek din nemaye û got: “Çalakiya me ji bo gelê Kurd bangeke. Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin.”
* Li Çewligê, welatiyan diyar kir ku şaredariya AKP'î tu xizmetê nekiriye û gotin: "15 sal in gel dixapînin. Eger guherîn çêbibe wê xizmet jî çêbibe. Em li Çewligê guherînê dixwazin."
* Abdûrrahman Yildirim, bavê Dîlan Yildirim ku li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê 80 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Em bang li gelê kurd, ereb û tirk dikin. Rê li ber van mirinan bigirin."
* Hat gotin, li Girtîgeha Xarpêtê ji ber Azîz Okay Sirûda Îstiklalê nexwendiye hatiye derbkirin.
* Endama DÎK'ê Hatîce Kavran, bal kişand ser revandina 4 cenazeyên girtiyên ji bo prostestokirina tecrîdê û diyar kir ku di îslamiyetê de cihê vê tiştî tune ye û got: "Tu pêkanîneke bi vî rengî ya Hz. Muhammed ne ji bo miriyan ne jî ji bo saxan heye. Ji bo pêkanînên bi vî rengî dibêje, zilm e."
* Li Geverê, malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku daxwaza girtiyan daxwazeke rewa û mafdar e û gotin: "Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe, bibe dengê girtiyen. Bila ji girtîgehê cenaze dernekevin."
* Malbata Şehrîban Çoban ku ji 15'ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku hefteya borî keça wê nikaribûye telefonî wan bike û ji ber vê fikar li wan çêbûne.
* Tê gotin li Heskîfê, ji ber krîza aborî xebatên rûxandinê hatine rawestandin.
* Malbata Sêvê Demîr a li Silopî di qedexekirina derve de hat kuştin, Hevserok KCD’ê Leyla Guven ziyaret kir. Dayik Sakîne Demîr got: “Bila êdî dilê tu kesî neşewite. Bêdengî mirin e. Ji xewa mirinê rabin.”
* Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Artûklûyê Nûrettîn Tûrgay û Fatma Yilmaz, destnîşan kirin ku ew ê bi rêjeyeke pir zêde bi ser bikevin û gotin, wê armanca wan a sereke edalet û wekhevî be.
* Namzetên HDP'ê yê Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar bang li hilbijêran kirin û gotin: "Em xwedî li vîna xwe û pêşeroja xwe derkevin û di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan."
*Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, dê derbarê mafê definkirina cenazeyan de, li avahiya komelê civîna çapemiyê li dar bixe. (13.00)
*Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, dê dest pêke beşdarî mîtînga partiya xwe ya Amedê bibe û dûre tevlî mîtînga fînalê ya bajarê Mêrdînê bibe. (11.00 - 13.00)
*Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dê beşdarî mîtînga Îdirê bibe (13.00)
* Baroya Amedê, dê di hefteya 169’emîn de li ber Edliya Amedê Tahir Elçî bibîr bîne. (13.30)