BEDLÎS – Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê li Bajarokê Pirxûsê beşdarî şahiya gel bû û got: “Biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de li Bajaroka Pirxûsê ya girêdayî Navçeya Xelata Bedlîsê hevdîtina gel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik, Namzetên HDP’ê yê Hevşaredariya Pirxûsê Sarya Yilmaz û Baran Turan, rêveberên HDP û DBP’ê û gellek kes beşdar bûn. Qad bi alên HDP’ê hatin xemilandin û girseyê dirûşmên “Bijî HDP” û “Bijî berxwedana zîndana” berz kirin. Welatiyan li ber muzîkê govend gerand.
PEYAMA DEMÎRTAŞ Û DEMÎR HAT XWENDIN
Namzetê Hevşaredariyê Baran Turan da zanîn ku ew ji 31’ê Adarê re amade ne û xwest her kes xwedî li dengên xwe derkeve. Turan nameya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Pirxûsê yê girtî Ahmet Demîr xwend.
‘EM BEJNA XWE DITEWÎNIN’
Namzet Sarya Yilmaz jî greva birçîbûnê ya Leyla Guven û çalakgerên din bi bîr xist û got: “Em bejna xwe li ber berxwedan û şehadetên wan ditewînin. Ew deng û vîna gel in.”
'HEVDÎTIN GIRÎNG E’
Parlamenter Mensûr Işik jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û xwest ji bo hevdîtina li gel Ocalan demildest daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin. Işik got hevdîtina li gel Ocalan ji bo gelê kurd xwedî girîngî û wateya xwe heye. Işik da zanîn ku ji bo ew Pirxûsê ji qeyûm rizgar bikin her kesî vexwend ser sindoqan û xwest her kes xwedî li sindoq û dengên xwe derkeve.