AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li navçeya dîrokî ya Sûrê bi hilbijêran re kom bû. Welatiyên Sûrê gotin ewê qeyûman bişînin Enqerê û Temellî jî got, “Emê kavil dewr bigirin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li navçeya dîrokê Sûrê ya Amedê bi gel re kom bûn. Temellî qehwexaneyeke li kolana li seer Cadeya Melîkahmet ziyarer kir û li ser cadê ji aliyê gel ve hat pêşwazî kirin. Temellî bi gel re derbasî qehwexanê bû û bi gel re sohbet kir. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr herîkin qehwexanê û girse li der ve dije bû û cih di qehwê de nema. Di qehwê de ça hat îkramkirin. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Namzetên Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr bi Temellî re tevgeriyan.
'EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN ENQERÊ’
Di hevdîtina li qehwexanê de zarok di rêza pêşin de cih girin û Temelî guh da bendewariyên gel. Welatiyên Sûrê, diyar kirin ku ewê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqerê û ji Temellî xwestin ku li taxên wan malên şînê bên avakirin. Sûriyan di heman demê piştgiriya perwerdê xwestin û ji tunebûna qadên lîstûkê gilîdar bûn. Welatiyên Sûrê, dan zanîn ku pirsgirêka wan a bêkariyê heye û xestin ev pirsgirêka wan bê çareser kirin. Sûriyan daxwaz kirin ku dîroka Sûrê bê paratin û bertek nîşanî gotinên Serokkomar Teyyîp Erdogan ên li dijî Kurdan dan.
ZAROKAN HEWZÊ AVJINEYÊ XWESTIN
Zarokên ku li derdora Temellî kom bibûn, ji Temellî xwestin ku hewzê avjeniyê li taxên wan bên çêkirin. Xebatkarê qehwexaneyê jî, ji Temellî re got, “Hûnê kavil dewr bigirin. Bi tonan deynê navçeyê û bajarê mezin hene. Yanî hûnê kavil bigirin.”
WELATÎ DAWETÊ MÎTÎNGA FÎNALÊ KIRIN
Temellî piştî hevdîtina qehwê, esnafên Cadeya Melîkahmet ziyaret kirin. Welatiyên Sûrê yên gotin “Sûr ya me ye” bi Temellî re li esnafan geriyan. Temellî ku rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat, kesên Temellî dîtin bi gotina “Serok Sezaî derbas dibe” piştgiriya xwe diyar kirin. Welatiyên rêya Temellî birîn, wêne bi Temellî re kişandin. Temellî û yên pêre, gel vexwendin mîtînga fînalê ya sibe li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin.