ENQERE – Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya HDP’ê bertek nîşanî biryara dadgehê ya ji bo Leyla Guven da û biryara dadgehê wek hewldana “hewldana cînayetê” nirxand.
Berdevka Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran a Parlamentera Êlihê biryara dadgehê ya ji bo Leyla Guven ku 141 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye ku wê bi darê zorê bibin danişînê daxuyaniyek nivîskî da. Başaran da zanîn ku çalakiya Guven jê re pêşengiyê kiriye û îro bi beşdariya hezaran girtî tê meşandin bi hewldanek ser mirovahiyê re ji bo demorkasî, hiqûq û edalet were Tirkiyeyê didomînin û li şûna daxwaza wan bicih bê lê biryarên bêhiqûqî û provoktîf tên derxistin. Başaran got dadgehê bi vê biryarê alîgiriya xwe ya ji zaliman û bêhiqûqiyê îlan kiriye.
Başaran diyar kir ku ew ji bo vê biryara dadgehê îktîdara AKP’ê hişyar dikin û got: “Pêkanîna vê biryarê wek hewldana cînayetê ye. Daraz, hiqûq û edaleta ku li ser fermana AKP’ê dixebite bi vê helwesta xwe bûye hevkarê komkujiyan.”