EDENE - Parlemenerê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekzo, xwest ku gel biçin ser sindoqan û li dijî Tifaqa Komarê dengê xwe bidin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edenê, derbarê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê lidarxist. Parlementerên HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz û endamên partiyê tevlî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê em dengê xwe bidin namzetên demokrasiyê” hat vekirin.
‘EM BIÇIN SER SINDOQAN Û QEZENÇ BIKIN’
Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Mahsûm Erîg, di civînê de axivî û wiha got: “Bloka desthilatdariyê ji ber windakirinê êrîşkar bûye. Em bang li Edeniyan dikin ku li dijî Tifaqa komarê deng bidin. Em hemû hilbijêrên xwe vedixwînin ser sindoqan. Em dixwazin hemû gelê Edenê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û xwedî dengên xwe derkevin. Emê qezenc bikin. Ji ber ku li hemberî dîrokê û di roja îro de jî em mafdarin. Emê hemû qezenc bikin. Dê Edene qezenc bike.”
Parlementerê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz jî, bal kişand ser stratejiya hilbijartinê ya du alî û wiha bang li hilbijêran kir : “Emê herêmê ji qeyûman xelas bikin û li rojava jî emê bi Tifaqa Komarê bidin windakirin. Em dixwazin gelê biçin ser sindoan û deng bidin. Em bang li gel dikin ku biçin ser sindoqan û ders xweş bidin Tifaqa Komarê. Em ji hemû gelên xwe dixwazin ku li dijî bloka desthilatdariyê deng bidin.”