ENQERE – Malbatên girtiyan xwestin ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Daxwaza malbatan hat redkirin. Bendemayîna malbatan a li ber wezaretê di roja 3’yemîn de didome.
Çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji Stenbolê çûbûn Enqereyê. Malbat ji bo rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin bikin di roja 3’yemîn de li ber wezaretê kom bûn. Malbatan xwest daxwaza girtiyan ji rayedaran re ragihînin, lê carek din daxwaza hevdîtinê ya malbatan hat redkirin.
Malbatên dixwazin bi raydarên wezaretê re hevdîtin bikin bi biryarin û bendemayîna wan ji saet 10.00’an ve didome.