RIHA - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Hewag, diyar kirin ku ewê heta kêliya dawî jî xebatên xwe bi rêve bibin û gotin: “Em bang dikin ku li kuderê Hewagiyek hebe, bila were ser sindoqan.”
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Navçeya Hewag a Riha Rabîa Aslan û Mahmût Çakmak, hem xebatên hilbijartinê birêve dibin û hem jî bang li hilbijêran dikin ku dengê xwe bidin û xwedî sindoqan derkevin.
Li bajarê Hewag 35 hezar û 503 dengdêr û hilbijêrên bitevger hene. Li bajêr wisan xuya dike ku dê HDP qezenc bike. Namzetê navçeyê Mahmût Çakmak, diyar kir ku ew heta roja hilbijartinê xebatên xwe berdewam bikin û wiha axivî: “Emê ewlekariya sindoqan bigirin. Em li tevahiya 150 taxan geriyan. Malekê ku em neçûnê û destekê ku me negirt li bajêr nema. Gelê Hewag polîtîke. Heta bêje gel zaneye. Pêdiviya Hewagiyan bi HDP’ê heye. Werin em dibin banê HDP’ê de bibin yek û xwedî Hewag derkevin. Em bang Hewagiyên li Ewropa jî dikin ku bên ser sindoqan. Em dixwazin şaredariya xwe ji qeyûmê tayînkirî bistînin û bixin malê ge. Ji bo ewlekariya sindoqan me xebatên pêwîst kirin. Emê xwedî sindoqan derkevin. Perwerdeyên pêwîst me dan. Li ku derê Hewagî hebin em vedixwînin ser sindoqan.”
BANG LI JINAN KIR KU BIÇIN SER SINDOQAN
Namzeta Hevşaredariyê Rabîa Aslan jî, bang li jinan kir ku biçin ser sindoqan û ev peyam da: “Di pêvajoya hilbijartinê de, jin bi awayekê aktîf beşdarî xebatan bûn. Di dema xebatan de gel ji me re digot ‘biçin li malên xwe rûnin û li benda roja hilbijartinê bin.’ Ev yek nîşaneya qezenc kirin me ye. Lê emê heta kêliya dawî jî xebatên xwe berdewam bikin. Qet niyeta me nîne ku em xwe giran bikin. Tenê partiya me mafê jinan diparêze û bi jinan re eleqeder dibe. Ez bagn li hemû jinan dikim ku dibin banê HDP’ê de kom bibin. HDP partiya jinane û divê em xwedî wê derkevin. Em xwedî deng û sindoqên xwe derkevin. Jinên ku di her qadê bi bandorin, dê di 31’ê Adarê de jî biçin ser sindoqan, xwedî deng, vin û sindoqên xwe derkevin.”