STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê yê berê Onur Hamzaoglu bi boneya belavoka aştiyê îmze kiribû dihat darizandin. Ji bo dosyeya Hamzaoglu biryara bêrayedariyê hat dayîn û dosye şandin Kocaeliyê.
Hevberdevkê HDK’ê yê serdema beriya niha Prof. Dr. Onur Hamzaoglu belavkoa aştiyê ya “Em ê nebin şîrikê vî sûcî” îmze kiribû. Ji ber îmzekirina belavokê bi îdaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz li Hamzoglu hatibû vekirin. Danişîna doza Hamzoglu li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Hamzaoglu û parêzerên xwe û gellek kes beşdarî danişînê bûn.
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Hamzoglu da zanîn ku dema wî belavokê îmze kiriye li Zanîngeha Kocaeliyê wezîfedar bûye û erka dadgeha heyî nîne wî bidarizîne û îtîraz kir.
Dozgerê danişînê îtîriza Hamzaoglu di cih de dît û xwest dosyeyê bişînin Dadgeha Cezayê Giran a Nobedara Kocaeliyê û briyara bêrayedariyê bê dayîn. Dadgehê daxwazê qebûl kir, dosyeyê şand Kocaeliyê û biryara bêrayedariyê da.