ÎDIR - Endamê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a Rêxisrtina HDP’ê yê Bajêr Ahmet Karadenîz, bang li hilbijêrên Îdirê yên bajarên cuda kir ku dengek jî ji bo Îdirê pir girînge. Parlementerê HDP’ê Habîp Eksik jî, xwest ku hilbijêr biçin ser sindoqan û xwedî dengên xwe derkevin.
Endamê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a Rêxisrtina HDP’ê yê Bajêr Ahmet Karadenîz, berî 2 roj hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê bang li hilbijêrên bitevger kir û got: “Ji bo bajarê dengek jî xwedî girîngiyek pir mezine.
Karadenîz, diyar kir ku wan li her derî agahî dane hilbijêrên bitevger û wiha axivî: “Li Îdirê, 2 hezar û 500 dengên hilbijêrên bitevger hene. Emê ji Îdîrê ji bo 8 bajaran hilbijêran bişînin. Her dengek xwedî girîngiyek pir mezine.”
‘DENGEK JÎ DIBE KU PIR TIŞTAN BIGUHERÎNE’
Karadenîz, da zanîn ku dengek jî dibe ku pir tiştan biguherîne û ev bang li Îdiriyan kir: “Bila kes nebejê ‘ke ez neçim ma dê çi bibe’ez neçim dê çi bibe. Divê hemû kes bi feraseta ‘dibe ku em bi dengekê jî winda bikin’ nêzî hilbijartinê bibin û biçin ser sindoqan û dengên xwe biparêzin.”
‘GELÊ ME BILA XWEDÎ DENGÊ XWE DERKEVIN’
Parlementerê HDP’ê Habîp Eksek jî, bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û ev peyam da: “Xebatên em yên hilbijartinê gelek hatin astengkirin. Lê rayedarên dewletê bi hemû derfetên xwe xebatên hilbijartinê yên tifaqa AKP û MHP’ê bi rêve birin. Vê yekê bandorek mezin li gel kiriye. Li bajêr gelên Kurd, Tirk, Azerî û Terekeme, dixwazin dinava aştî û yekitiyê bi hevre bijîn. Namzetê HDP’ê, namzetê gele. Hilbijêrên bitevger, ji bo vê herêmê girseyek pir girînge. Di dengekê de jî dibe ku encam bê guhertin. Hilbijêrên bajêr dikarin li peywirdarên me bigirin û wan bînin Îdirê. Lazime ku gelê me dengên xwe bidin û xwedî dengên xwe derkevin. Em ê weke her car heta dawiyê li ber xwe bidin. Gelê me dê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide.”