DERSIM – Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul ê li Dersimê xebata hilbijartinê birêve dibe got: “31’ê Adarê roja Dersim xwedî li hemû nirxên xwe derkeve ye. Ez ji gel dixwazim li derdora namzetên xwe bibin xelek. Em ê bi eşqa Xizir li Dersimê bi ser bikevin.”
Li Dersimê xebatên namzetên Hêza Yekîtiya Şoreşgerî ya Dersimê ku di bin sîwana HDP’ê de diçin hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Namzetên hevşaredariyên li Dersimê di bin dorpêç û kontrola polîsan de xebatên xwe birêve dibin. Parlamenterê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul çavdêriyên xwe yên li Dersimê ji ajansa me re vegot. Bulbul bang li gel kir ku gengên bidin partiya gelan û heqîqetê. Bulbul da zanîn ku seranserî dîrokê li Dersimê çanda kurdî, elewî û şoreşgerî heye û bajarek mînaka destanan e. Bulbul diyar kir ku Dersim pirr çandî, pirr siyasetê esas digire û got: “Em jî wek HDP’ê heman rêgezan dipejirînin û dixin meriyetê.”
‘WARÊ HEQÎQETÊ YE’
Bulbul da zanîn ku warê ocak û evliyayan Dersim dixwaze azad bibe û wiha got: “Mirov Dersimê tenê bi siyasetê şîrove bike ne bes e. Dersim warê heqîqetê ye. Heqîqet ji siyasetê mezinttir e. Divê mirov Dersimê bi zimanê heqîqetê û ewliyabûnê fêm bike. Dersim ji aliyê dewleta yekperest, îndarkar û nijadperest ve hatiye dorpêçkirin. Bi qereqol û kuleyan hatiye hepskirin. Ev yek di nava gel de bûye cihê bertekê. Heta qirikê zext li Dersimê tên kirin û her tişt tê serê wan. Ji bo vê yekê jî bersivek Dersimê di 31’ê Adarê de heye. Helwesta gelê Dersimê ya li dijî qeyûman pir vekirî û zelal e. Gel dibêje ku qeyûm ne aîdî wan e. Qeyûm wek zordestî dibîne.”
‘ÇAVDÊRÎ BAŞ IN’
Bulbul anî ziman ku Dersim di heman demê de bajarek rizabûnê ye û wiha domand: “Pêkhatina Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê jî rizabûna siyasî, çandî û baweriyê ye. Seranserî xebatên hilbijartinê me ji gel eleqeyek baş girt. Min li Dersimê çavdêriyên erênî wergirt. Lê mirov nikare bêje ku gel bi kelecan e. Çimkî dorpêçkirinek xofdar heye.”
‘WÊ DERSIM BERSIVA XWE BIDE’
Bulbul got di her kêliyê xebatên wan de ji aliyê polîsan ve hat şopandin û bi kamerayê hat kişandin û Dersimî dibêjin ku ji axaftinê wêdetir dê sindoqan de bersiva xwe bidin. Bulbul got Dersim wek rûyê avê sekiniye û bin wê herikbar e.
‘EM LI DERDORA NAMZETAN BIBIN XELEK’
Bulbul destnîşan kir ku roja 31’ê Adarê roja ku Dersim xwedî li hemû nirxên xwe derkeve û got: “Ez destpêkê dixwazim ku gel xwedî li deng û sindoqên xwe derkeve û li derdora namzetên hêza yekîtiyê bibin xelek. Tu gumanên min ji serkeftina Desrimê nîne. Lê em li dijî qeyûm çiqas bi rêjeyek bilind bi ser bikevin wê ewqas jî baş bibe. Em bibin yek û zindî bibin. Em xwedî li ziman, çand, xweza, maf û heqîqeta xwe derkevin. Rêberê me bila maf be. Alîkarê me bila gel be. Hevrêyê me bila Alîbaş Xizir be. Bila Xizir ji me re bibe yar û alîkar. Em ê bi eşqa Xizir û bajarê riza Desrimê bi dest bixin.”
MA / Semra Turan