ŞERNEX – Komîsyona Hilbijêrên Livdar a HDP'a Şirnexê, diyar kir ku ji bo hilbijêrên i derveyî bajêr amadekeriyên xwe temam kirine û got: "Derfetên me temam in. Divê gel biçe ser sindoqan da bi awayekî xurt bersivê bidin qeyûmên ku vîna wan xesp kirine."
Rêxistina HDP'a Şirnexê, xebatên xwe yên ji bo hilbijêrên li derveyî bajêr lezandin. Hat diyarkirin ku wê hilbijêrên ji bajêr lê li derveyî bajêr dijîn bi 4 otobêsan û ên li gund û navçeyan jî dimînin wê bi 35 otobêsan bên navenda bajêr û dengê xwe bi kar bînin.
9 HEZAR HILBIJÊR
Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a HDP'a Şirnexê Omer Gungen, der barê xebatan de agahî parve kirin û bang bi hezaran hilbijêrên hîn xwe negihandine wan kir. Gungen, anî ziman ku heta niha wan 9 hezar û 940 hilbijêrên livdar tespît kirine û ji evana hezar û 200 jê xwendekarên zanîngehê, 3 hezar jê li bajarên din dixebitin û 5 hezar û 740 jê jî ji kesên ji ber qedexeya derketina derve ya li bajêr çûne navçe û gundên cuda.
Gungen, diyar kir ku kesên li ser navenda bajêr qeydkirîne û niha li derveyî bajêr in hejmara wan 4 hezar û 100 e û heta niha wan xwe gihandiye 2 hezar û 500 kes î. Her wiha Gungen der barê navçeyan de jî agahî dan û got: "700 hilbijêrên Silopiyayê, 350 hilbijêrên Bêşebabê, 500 hilbijêrên Basanê, 900 hilbijêrên Qilebanê û 790 hilbijêrên Hezexê li derve ne."
Gungen, anî ziman ji bo hilbijêrên livdar bi hemû derfetên xwe di seferberiyê de ne û got: "Ji bo welatiyên me yên rewşa wan a aborî nebaş e, derfetên me hene. Em dixwazin xwendekar serî li me bidin û bigerin."
‘EM BIÇIN SER SINDOQAN'
Gungen, got: "Divê roja hilbijartinê gelê me biçe ser sindoqan da bi awayekî xurt bersivê bidin qeyûmên ku vîna wan xesp kirine.Em bang li gel dikin ku xwedî li dengên xwe derkeve. Dengek jî dengek e. Divê em bersiva vê feraseta ku vîna me nahesibîne bidin. Roja hilbijartinê divê her kesî xwedî li sindoqan derkeve."