Erkiliç ku çalakiya xwe li malê didomîne: Ez ê heta dawiyê bidomînim

img

STENBOL - Sînan Erkiiliç ku piştî ji girtîgehê hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe didomîne, diyar kir ku bi çalakiyên greva birçîbûnê careke din li girtîgehan ruhê 14'ê Tîrmehê peyda bûye û got: "Ez ê heta dawiyê bidomînim." 

Sînan Erkiliç ku li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir, di 21'ê Adarê de hat berdan. Piştî hat berdan niha li mala xwe ya li Başakşehîrê çalakiya xwe didomîne. 
 
‘TIRKIYE VEGUHERIYE DOJEHÊ' 
 
Erkiliçê ku ji Bedlîsê ye diyar kir ku ew tim bi zext û zoriyan re rû bi rû mane û got: "25 sal in em li van dera ne. Lê belê em tu carî ji zext û zoriyên dewletê xelas nebûn. Niha jî bi sedemên sûkî mirov tên girtin. Êdî derve veguheriye zindanekê. Tirkiye hem di warê aborî hem jî di warê çandî de veguheriye dojehê." 
 
‘RUHÊ BERXWEDANÊ RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ YE' 
 
Erkiliç, diyar kir ku berê jî ew hatiye girtin lê belê cara ewil e hatiye girtin. Erkiliç, bilêv kir ku li girtîgehan berî çalakiya greva birçîbûnê jiyaneke rûtîn hebû, lê belê piştî çalakiyê ruhê 14'ê Tîrmehê careke din li girtîgehan peyda bûye û got: "Bi berxwedanê re ruhekî pir cuda derket holê. Berxwedan bi xwe re coş û yekîtî anî. Ruhê berxwedanê ruhê 14'ê Tîrmehê ye û bila şik û gumana tu kesî tune be wê ev ruh bi ser bikeve. Divê gelê me vê berxwedanê mezintir bike." 
 
‘BI COŞ IN' 
 
Erkiliç, bi bîr xist ku beriya 1'ê Adarê 331 girtî di greva birçîbûnê de bûn û got: "Wexta me li hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de dinerî, me xwe deyndar hîs dikir. Me jî dixwest em daxil bibin. Piştî 1'ê Adarê em jî ketin greva birçîbûnê û wê çaxê em hay ji ruhê hevalan çêbûn. Berxwedan baweriyê li mirovan peyda dike û ev bawerî mirov heta dawiyê dibe. Li hundur nêzîkatiya hevalan nêzîkatiyeke ku bi peyvan nayê gotin. Li hundur coşeke mezin heye." 
 
‘EV BERXWEDANEKE FEDAÎ YE' 
 
Erkiliç, destnîşan kir ku niha li girtîgehan bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne û got: "Ev berxwedaneke fedaî ye. Em kesên di berxwedanê de bibiryar in. Dixwazim ji gelê me re bêjim; li dor vê berxwedanê bibbin xelek û berxwedanê mezin bikin. Ev tecrîd di şexsê Abdullah ocalan de li ser hemû civakê tê pêkanşn. Divê em vê tecrîdê bişikînin. Heta tecrîd bi dawî nebe wê civak nikaribe bêhnê bsitîne. Ancax bi vî awayî em dikarin azad bibin." 
 
Erkiliç, anî ziman ku li gor hundur li derve di warê derûnî de çalakiya greva birçîbûnê zehmetir e û got: "Tu bikî nekî diya min, hevjîna min û zarokên min li ber dikevin. Lê ez bibiryar im ez ê heta dawiyê bidomînim." 
 
DAYIK GULBAHAR ERKILIÇ: EM Ê DEV JI RÊBERÊ XWE BERNEDIN 
 
Dayik Gulbahar Erkiliç jî got: "Kurê min jî wekî hevalên xwe ye. Tu ferqa wî û hevalên wî li cem min tune ye. Helbet tu dayik naxwaze, lê dema hevalên wî di grevê de bin û em rabin tiştekî wis abêjin ne rast e. Jixwe em bêjin jî wê dev jê bernede." 
 
Erkiliç, bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin û got: "Wekî her gelî rêberê gelê kurd jî heye. Rêberê kurdan Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan aştiyê dixwaze. Mirov ji bo wî dikevin greva birçîbûnê, nexwe divê dewlet vê yekê bibîne. Ev mirov bi tiştekî dizanin ku dikevin greva birçîbûnê û xwe dişewitînin. Bila nebêjin kurd dev ji rêberê xwe berdane. Em ê tu carî dev ji rêberê xwe bernedin." 
 
Dayik Erkiliç, bang li rayedarên dewletê kir û got: "Bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Madem dibêje ez mafdar im û Tirkiyeyê bi rê ve dibim, nexwe divê li dor maseyê rûnê. Kî mafdar e wê derkeve holê. Ma tiştekî wan ê mafdar tune ye ku werin rûnên. Ji aştiyê direvin. Çima? Çimkî ê aştiyê dixwazin em in. Kî dixwaze leşker û polîs bimirin. Wexta dimirin em jî wekî dayika wan digirîn. Dayiktî ew e ku mirov êşa hev par ve bike. Divê kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin me fêm bikin. Ma kesên welat bi rê ve dibin ji zarokên xwe hez nakin? Ê ku ji zarokên xwe hez bike wê ji zarokên din jî hez bike. Nexwe ji zarokên xwe hez nakin." 
 
‘TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIM, ÊDÎ BES E' 
 
Her wiha Erkiliç, bêdengiya çapemeniyê jî rexn ekir û got: "Wexta mesele kurd bin, xwe li bêdengiyê datînin. Ev wijdaneke çawa ye." 
 
Erkiliç got: "Ji ber rêberê kurdan dê tecrîdkirin grevên birçîbûnê tên kirin. Daxwaza zarokên me zelal e. Daxwaza wan daxwazeke mafdar e. Ev qas mirov xwe ji bo wî feda dikin. Loma hûn nikarin rêberê gelekî bigirin. Ez vê tecrîdê şermezar dikim. Êdî bes e." 
 
MA / Naci Kaya 
 

Sernavên din

29/03/2019
11:37 Xelfetiyan dest bi amadekariyên 4’ê Nîsanê kirin
11:33 Demîrtaş bang kir: Li her derê em hêza xwe bidin nîşandan
11:10 Buldan: Wê encama hilbijartinê ji bo AKP’ê bibe hûsran
11:01 Xizmên girtiyên Wezareta Dadê hevdîtinê bi wan re nake: Emê dîsan werin
10:25 Temellî: Hilbijêrên me li Amedê jî û li Stenbolê jî wê bi heman hestî biçin dengdayînê
10:15 Bîlîcî: Berpirsiyarê grevê CHP ye
10:01 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Me bi awayekê manewî tecrîd şikandiye
10:00 Dayika Sêvê Demîr Guven ziyaret kir: Em ji mirinê têr bûn, bila edalet were
09:28 Leyla Guven 142 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:28 Girtiyê 104 rojin di grevê deye: Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin
09:27 Namzetên HDP'ê yên Sêrtê: Ji bo pêşeroja xwe em biçin ser sindoqan
09:27 HDP, hewl dide li Artûklûyê bi ferqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Ji ber 'Sirûda Îstiklalê' nexwend hat derbkirin
09:26 Ji ber krîza aborî karê rûxandinê yên li Heskîfê hat rawestandin!
09:25 'Kovar û rojnameyan nadin girtiyan'
09:24 Malbatên girtiyan bang kirin: Dengê xwe bilind bikin, bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
09:24 Endama DÎK'ê Hatîce Kavran: Li gor îslamê revandina cenazeyan zilm e
09:23 MalbataYildirim a 80 roj in di grevê de ye: Daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:21 Çewligî: Em guherînê dixwazin
09:20 Ay ê AKP'î: Wê stratejiya krîmînalîzekirina muxalifan bi ser nekeve
09:19 Namzetên HDP'ê yên Kanîreşê: Em ê bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2019'AN
28/03/2019
17:05 ‘Avahiya edaletê heye lê wezîrê wê nîne’
16:40 Li Pirxûsê banga xwedî derketina dengan hat kirin
16:33 Li Xerpêtê jinek rojnameger mirî hat dîtin
16:33 Hevserokê SES’ê: Ji bo mirin pêk neyên gav biavêjin
16:17 Temellî li Sûrê bi gel re hatin gelhev: Emê kavil dewr bigirin
16:03 Buldan: Nexweşxane heye lê bijîşk tune
15:47 MHP’iyan êrîşê wesayîta anonsê ya HDP’ê kir
15:30 'Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî’
15:22 Hevberdevka HDK’ê Kiliç: Ji bo ku hûn zilmê li me bikin me deriyên Milazgirê venekirine
15:21 'Em ê li cem siyaseta azadiyê diparêze cih bigirin’
14:46 Dadgehê xwest wekîla berê Leyla Bîrlîk bê îadekirin
14:41 ÎHD'ê beriya hilbijartinê rapora îhlalan aşkere kir
14:41 Hilbijêrên bitevger ketin rê: Em diçin qeyûman bişînin qesrê
14:35 ‘Biryara dadgehê ya ji bo Guven hewldana cînayetê ye’
14:12 KESK’ê binçavkirin û girtin şermezar kirin
13:42 Namzetan banga beşdariya mitînga fînalê ya Amedê kirin
13:36 Pekoz: Werin em bi dengên xwe bi Tifaqa Komarê bidin winda kirin
13:17 Daxwaza malbatan a bi Wezareta Dadê re dîsa hat redkirin
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat dîtin
12:51 Dersim ji 31’ê Adarê re amade ye
12:31 Parêzerên Ocalan cara 802'an serledana hevdîtinê kirin
12:21 'Em dibin banê HDP’ê de kom bibin û xwedî Hewag derkevin’
12:19 HDP: Li 14 bajaran sindoqên 96 hezar hilbijêran guhestin
11:39 15 kesên ji ber hilgirtina ala KJA hatin darizandin beraet kirin
11:32 Ji bo doza Hamzaoglu biryara bêrayedariyê hat dayîn
11:14 Namzetên HDP’ê yên Amedê protokola zelaliyê îmze kirin
11:09 HDP’ê bang Îdiriyan kir: Dengek jî pir girînge
11:09 'Wê hilbijartin bibe dengê grevên birçîbûnê'
11:03 Şaredariya Wanê mesrefên mitînga Erdogan da
10:42 Bulbul: Em ê bi eşqa Xizir li Dersimê bi ser bikevin
10:27 Li 4 navçeyan operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin, şikeftên dîrokî rûxandin
10:26 Komîsyona Hilbijêrên Livdar bang li hilbijêrên Şirnexê kir
10:25 SAMER: Kurd dikarin li Enqere, Stenbol û Mêrsînê encamê biguherin
10:07 Kerestecioglu: 31'ê Adarê dikare deriyê demokrasiyê veke
09:56 Qeymeqamê Elkê welatî tehdît kirin û ji AKP’ê re deng xwestin
09:45 Muteahîdên Mêrdînê, li CÎMER'ê giliyê rêveberiya qeyûm kirin
09:42 Erkiliç ku çalakiya xwe li malê didomîne: Ez ê heta dawiyê bidomînim
09:41 Namzetên HDP'ê yên Manîsayê ji bo sindoqan bang kirin: Wê her deng rê li ber me bixe
09:39 Hevberdevka DÎK'ê Kaya: Wê mirovahî bi şermê vê îktîdarê bi bîr bîne
09:26 Dadgeha Îstinafê doza Mizrak û Ata xera kir
09:25 Yek ji şaredarên ewil ên siyaseta kurd Ercan: HDP, heqîqet e
09:25 Cezayê dîsîplînê li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:24 Li Cirnê Reş, qeyûm hewl dide roja hilbijartinê hîlekariyê bike!
09:23 ‘Em bang hemû kesan dikin, bêdeng nemînin’
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2019'AN
08:45 Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin têdikoşe
27/03/2019
18:24 Pinar Aydinlar hat berdan
17:04 Piştî mitîngê polîsan mudaxele kir û welatî binçav kirin
17:01 Di Doza Nisêbînê ya hat cihêkirin de kesek hat berdan
16:59 Xelkê Wanê peyama xwe da: 14-0
16:33 Sakik: Weleh û bileh hûnê têk biçin
Buldan: Di mitînga Erdogan de Mûşî tune bûn
16:30 HDP’ê li Meletî, Hewag û Xelfetî tax ziyaret kirin
16:14 6 sal û 3 meh ceza dan rojnameger Ozer
16:09 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Tecrîd mirin e bila mirin bi dawî bibe
15:48 Hunermend Pinar Aydinlar hat binçavkirin
15:33 ÎHD: Daxwazên zarokan rêz kirin
15:25 Xizmên girtiyan li ser Wezareta Dadê radiwestin
14:43 Platforma Demokrasî ya Êlihê: Tecrîdê rakin
14:39 Eskeran destûr nedan xizmên Medya Çinar ji bo sersaxiyê biçin gund
14:22 Temellî ji Bismilê bang kir: Em 31'ê Adarê diçin ser sindoqan
14:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bêdengiya heyî dan
13:46 TJA: Dê têkoşîna me ya şikandina tecrîdê dewam bike
13:41 Dadgehê biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê
13:36 Kesên di cenazeyê Medya Çinar de hatibûn binçavkirin hatin derpkirin
13:31 Oluç ji bo AKP-MHP’ê got: Em hemû heqaretên we li ew vedigerînin
12:53 Malbatên girtiyan: Dem tune bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin
12:00 Li Bursayê 5 kes girtin û li Mêrdînê 10 kes binçav kirin
11:59 Saziyên civakî yên Wanê bang kirin: Tecrîdê rakin
11:49 Dadgehê rojnameger Akdenîz hem berat kir û hem jî ceza kir
11:04 Hinceta YSK’ê ya veguhestina sindoqan: Di 1986’an de pankart vekir, welatiyan berdan hespan
11:00 HDP hilbijêran dibe heremên wan: Dengek wê çarenûsê biguherîne
10:28 Li Êlihê gel li dijî tecrîdê meş li dar xist in
10:14 ‘Heta tecrîd bi dawî bibe emê çalakiyan bidomînin'
10:04 Ozer: Berpirsiyariya rawestandina mirinan aîdî rayedarên Tirkiyeyê ye
10:02 Turgay: Mafê her kesî heye ku cenazeyê xwe li gorî çanda xwe defin bikin
09:39 Ji bo 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin bang li malbatan kir
09:38 Rewşenbîran bang li hikûmetê kir: Peywira xw ebi cih bîne
09:37 Mele Abdulbarî Tiryakî: Pêkanîna wecîbeyên olî yên cenazeyan peywira tevahiya civakê ye