STENBOL - Hevberdevka DÎK'ê Huda Kaya, diyar kir ku AKP cenazeyan bi awayekî korsanî direvîne û got: "Wê mirovahî bi şermê vê îktîdarê bi bîr bîne."
Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin û çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû, li girtîgehan hin girtiyan ji bo protestokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. Lê belê dewlet cenazeyên wan revandin û bêyî kes tev li merasîma cenazeyan bibe ew veşartin. Cenazeyê zulkuf Gezen, Ayten Becet, Zehra Saglam û Medya Çinar bêyî radestî malbatên wan bikin nîvê şevê şandin bajarên wan û beşdarbûyîna ji bo merasîma cenazeyên wan hat astengkirin. Her wiha cihê şînê jî nedan malbatan.
'MUŞRÎKÊN MEKKEYÊ JÎ DEST NEDIDAN CENAZEYAN'
Hevberdeva Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Huda Kaya, destnîşan kir ku di hiqûqa îslamê de cenae ê kê dibe bila bibe divê kes dest cenaze nede û got: "Di qadên şer de jî kî bi ser ketibe bila ketibe, cenazeyên hemû kesan tên wergirtin. Her kes li gor baweriya xwe merasîma cenaze li dar dixe. Muşrîkên Mekkeyê bi xwe jî li gor vê destnedayînê tev geriyane."
'CENAZE BI AWAYEKÎ KORSANÎ TÊN VEŞARTIN'
"Kaya got: "Îktîdara AKP'ê tevî hemû zilma xwe, wekî îktîdareke ku cenazeyan direvîne jî di dîrokê de cih girtiye. Berê goristan bombekirin, îbadetxane rûxandin, cenaze bi erdê ve kişandin, bi awayekî tazî teşhîr kirin. Ev di sicîla wan de cih girtiye. Lê wê roj bê û di hizûra gel de hesabê van pêkanînan bê pirsîn. Wê ev wekî şermeke mezin, lekeyeke reş li ser ruyê wan bimîne. Mafê jiyanê, mafê perwerdehiyê, mafê azadî, geştê û mafê şîngirtinê yê gelê me hatiye xespkirin. Bêyî wecîbeyên olî pêk bên, bêyî nimêja cenaze bê edakirin bi awayekî korsanî tên veşartin û serdana goran tê astengkirin."
Herî dawî Kaya got: "Wê ev îktîdara ku di rûpelên reş ên dîrokê de navê wê hatiye nivîsandin, wê biçe cihê ku layiqî wê ye. Wê mirovahî bi şermê vê îktîdarê bi bîr bîne."