EDENE – Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê bi hinceta "destekê didin" girtiyên di greva birçîbûnê de mehek cezayê dîsîplînê li 3 girtiyên nexweş û 11 girtiyên di greva birçîbûnê de ne hat birîn. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ye ku nexweşîna Wernîcke Korsakofê lê peyda bûye.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, bi hinceta destekê didin girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, li 3 girtiyên nexweş û 11 girtiyên di greva birçîbûnê de ne mehek cezayê dîsîplînê hat birîn.
Midûriyeta Girtîgehê, der barê Mehmet Emîn Vûral, Sûat Şîmşek, Alaaddîn Eleîd, Ahmet Aksû, Yûsûf Bûdak, Mehmet Alî Genç, Zahîr Şen, Abdullah Yilmaz, Mazhar Guler, Ergun Acar û Bariş Rojvan ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne û der barê Veysel Bûrkay, Mehmet Ozturk û Kemal Ozelmali de lêpirsîn da destpêkirin. Di ewraqa lêpirsînê de hat diyarkirin ku Bûrkay, Ozturk û Ozelmali ji ber nexweş in neketine greva birçîbûnê, lê belê destekê didin greva birçîbûnê. Di eraqê de hat derpêşkirin ku ketina greva birçîbûnê sûc e û ji ber vê lêpirsîn daye destpêkirin.
'ÇALAKIYA ME ÇALAKIYEKE REWA YE'
Girtiyên, di parastina xwe de destnîşan kirin ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke qanûnû, rewa û mafekî hiqûqî ye û ew dixwazin tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û loma daxwaza wan di heman demê de daxwaza ji bo aştiyê ye.
Lê belê di di 8'ê Adarê de lêpirsîn bi adwî bû li girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn. Li gor vî cezayî wê girtiyên cezayê dîsîplînê hatiye birîn, mehekê nikaribin daxilî çalakiyên spor û çandî bibin.
MA / Hamdullah Kesen