RIHA - Tê gotin ku li Cirnê Reş, wê namzetê AKP'ê qeyûm Şeref Albayrak roja hilbijartinê dibistanan vala bike û bi darê zorê dengan bi awayekî vekirî bide bikaranîn.
Li navçeya Cirnê Reş a Rihayê, 3 hezar û 187 hilbijêr ji derve anîbûn û bicihkiribûn. Niha jî tê gotin wê namzetê AKP'ê qeyûm şeref Albayrak roja hilbijartinê dibistanan vala bike û bi darê zorê dengan bi awayekî vekirî bide bikaranîn. Hat diyarkirin ku fermandarm cendirmeyan ê qereqola gundê Goganê û midûrê emniyeta navçeyê wekî rêvebirên AKP'ê bin dixebitin û fermandarê qereqola gundê Goganê gazî welatiyan dike û gefan li wan dixwe.
GEFAN DIXWIN
Hat diyarkirin ku fermandarê qereqola gundê Goganê gazî welatiyan dike û bi hinceta parvekirinên medyaya civakiyî gefan li welatiyan dixwe û ji welatiyan re dibêje divê dengê xwe bidin AKP'ê.
Tê gotin kesên naçin qereqolê jî hejmara telefonên wan didin xebatkarê şaredariyê yê bi navê Bozan Yîkît û Yîkît li welatiyan digere û dibêje: "Qeymeqam dixwe bi te re biaxive." Welatiyê diçin qeymeqamtiy qeyûm Şeref Albayrak bi wan re diaxive û gefan li wan dixwe û dibêje: "Ji bo çi tu dengê xwe didî HDP'ê? HDP, çi dide we? HDP, bi gefan doza dengan dike? Dengê xwe nedin HDP'ê da em jî daxilî we nebin."
HDP'IYAN ASTENG DIKIN
Her wiha li navçeyê di dema xebatên hilbijartinê de tim du kom cendirme HDP'iyan dişopînin û bi zext û zoriyî tev digerin. Hevserokê HDP'a Navçeyê Alî Ocalan, diyar kir ku ji ber van zext û zoriyan serî li desteya hilbijartinê dane û xwestine polîs û cendirme dev ji van pêkanînên xwe yên kêfî berdin.
Bernamzetekî AKP'ê yê nexwest navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku Şeref Albayrak dizane wê winda bike û loma dixwae roja hilbijartinê serî li hîle û xurdeyan bide. Kesê AKP'î diyalogeke di navbera Albayrak û parastvanên wî de ragihand û got Albayrak gotiye: "Em dizanin, me ev hilbijartin winda kir. Divê em qebûl bikin. Ne polîs, ne jî cendirme bi ser neketin. Heta roja hilbijartinê em bi ser wan de biçin, lê dizanim wê bi kêr neyê. Ancax em roja hilbijartinê dikarin vî îşî hel bikin."
Kesê AKP'î, ragihand ku wê roja hilbijartinê li taxên Gurkûyû, Yeşîlozen û Cumhûriyetê rageşiyê derxînin û wê li ser vê dibistanan vala bikin û dengên sindoqan biguherînin. Kesê AKP'î anî ziman ku li taxên Fistikozu, Gozelî û Saylakkayayê jî wê hewl bidin di ser serokê sindoqan re dengan biguherînin û wê li mezrika Ozmuş, Hîllali û Zagalayê jî bi zext û zoriyan hewl bidin ku welatî bi awayekî vekirî dengên xwe bi kar bînin.
‘EM Ê NEHÊLIN'
Hevserokê HDP'a Cirnê Reş Alî Ocalan, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî ew ê nehêlin û got: "tevî hemû hîle, xurde, gef û astengiyan jî em ê bi peywirdar, muşahdi û parêzerên xwe destûr nedin. Kêliyên dawî yên qeyûm in û çi dibe bila bibe ew ê bi ser bikevin û qeyûm bişînin."