SÊRT- Bavê Cuneyt Aslan ê 103 rojin di greva birçîbûnê deye Mehmet Aslan, diyar kir ku divê gavên pêwîst bên bavêtin. Dayik Sûphiye Aslan jî, bang li hemû kesan kir ku bêdeng nemînin.
Girtiyê siyasî Cuneyt Aslan di 16’ê Kanûna 2018’an de li Girtîha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorver kir û ev 103 rojin çalakiya wî berdewam dike. Dayik Sûphiye Aslan a 50 salî bal kind ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: “3 sal berê dema kurê min li Amedê rêveberê DEM-GENÇ’ê bû hat girtin û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hîna jî girtî tê darizandin. Ez dixwazin tecrîd bê rakirin. Divê hemû kes dest bidin hev û tecrîdê rakirin. Em aştî û edaletê dixwazin. Em naxwazin cezanyê kurê me û girtiyên di ji girtîgehan derkevin.”
‘EM BI ZAROKÊN XWE RE NE’
Dayik Aslan, da zanîn ku ew her roj li ber girtîhane û wiha got: “Deng û rengê me ji hev ne cudane. Hemû daxwazên me yekin. Rewşa kurê min nebaşe. Heta ku tecrîd ranebe, dê çalakiya xwe berdewam bike. Ez bang li hemû kesan dikim ku dengên xwe derxinin. Ev bêdengî wiha nabe. Ji ber daxwazên wan, ez wan pîroz dikim. Heta damla xwîna xwe ya dawiyê jî emê bi zarokên xwe re bin. Ez dayikekim. Dilê min jî mîna wan dayîkên ku zarokan wan şehîd dikevin, dişewite. Ez bejna xwe li ser wan bi rêzdarî ditewînim. Ji bo ku agahiya şehîdekê din neyê, divê em bêdengiya xwe xirab bikin.”
‘BILA ŞERIM BIKIN’
Dayik Aslan, di dawiya axaftina de ev peyam da: “Serokkomar, Wezareta Dadê û CHP bila ji xwe şerim bikin. Ma mirov cenazeyan direvîne? Cenazeyê wê keça ciwan Ayten Becet revandin û veşartin. Heta ku em bijîn, emê li pişt van ciwanan bin. Ev ciwan ji bo xwe bedelê nadin.”
‘EM BANG LI GEL Û DEWLETÊ DIKIN’
Bav Mehmet Aslan ê 50 salî jî, diyar kir ku heya niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: “Em bang li gel û dewletê dikin. Bila rojek zûtir gav bavêjin. Mirina ciwanekê 30-35 salî ewqas ne hêsane. Îro zarokên me, sibe jî dê zarokên din vê rewşê bijîn. Ji ber vê divê hemû kes dengê xwe bilind bikin.”
‘EZ DERBARÊ WEZÎRÊ KARÊ HÛNDIR DE GILÎDARIM’
Aslan, dest nîşan kir ku divê demildest gav bê avêtin û ev bang kir: “Divê daxwazên çalakgeran bên pêşwazîkirin. Serokkomar û Wezîrê Karê Hûndir her roj di televîzyonan de diaxivin. Meqamên îro heyî dê sibe ji wê meqamê bên xwarê. Gelo wê demê dê çêbikin û li hemberî edaletê dê çi bêjin? Wê her rojekê derkevin beşdarî edaletê. Ez darbarê wan de gilîdarim. Bila kes nebêje, di girtîgehan de 10-20 hezar mirov mirin û çûn. Ev wisan hêsan nîne. Dê hesabê vê yekê li hemberî dadgehê bidin. Divê hemû kes vê baş zanibe.”